Şino; Akam Mîhenxah ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin

09 October 2024 14:15

Hengaw; Çarşemî 9ê Cotmeha 2024an

Welatiyekî Kurd ê xelkê bajarê Şinoyê yê bi navê Akam Mîhenxah ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve li vî bajarî hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 8ê Cotmeha 2024an, Akam Mîhenxah ê temen 22 salî û xelkê gundê "Mîrava" yê girêdayî bajarê Şinoyê, li êrîşa hêzên ewlehî bo ser mala malbatî ya van û bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin.

Li gorî çavkaniyeke agehdra, lipeyketinên malbata vî welatiyê Kurd li derheq agehdarbûn ji qedera navbirî heya niha bê encam maye û navendên ewlehî di vê derbarê de xwe ji dana her cure bersiveke rohn dûr digrin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast derheq sedemên girtin, tohmetên ku li dijî navbirî hatinî sepandin, cihê ragirtin û qedera vî welatiyê Kurd li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin