8 sal berxwedanî bo rastî û dadperweriyê; Saizya Mafê Mirovî ya HENGAWê di xizmeta rastî û dadperweriyê de ye

09 October 2024 14:24

 

Bi hilkefta 8emîn salvegera damezrandina Saziya Mafê Mirovî ya HENGAWê, em vê daxuyaniyê bi serbilindî û pêbendiyeke kûr ve bo dakokîkirin ji mafê mirovî û nirxên mirovî diweşînin. HENGAW ji destpêka çalakiyên xwe ve bûye dengê bê dengan û hawara bindestan, bi erkekî zelal ji bo tomarkirin û weşandina her cure binpêkariyên rêkxistinkirî yên mafê mirovî li Kurdistanê. Ji navîna destpêka tevgera “Jin, Jiyan, Azadî” ve, HENGAWê biryar da ku çalakiyên xwe ji çarçoveya Kurdistanê berfirehtir bike û bi tomarkirin û belgekirina binpêkariyên berfireh ên mafê mirovî li tevahiya Îranê biweşîne.

HENGAWê di heyama van heşt salan de, bi hewlên bê westan û berdewam ên xwe, hewl daye ku bala medya, civaka cîhanî, saziyên mafê mirovî û raya giştî bikşîne bo aliyê rewşa aloz û krîzî ya mafê mirovî li Kurdistanê û niha li tevahiya Îranê. Me bi tomarkirina rast û dirust a belgeyên haletên tundûtîjî, darvekirinên serberedayî, binçavkirina nedadperwerane û givaşên siyasî û civakî li ser jinan, kêmîneyên zeyendî û regezî, kêmîneyên netewî-etnîkî û herwisa kêmîneyên olî, hewl daye ku bêdengiya hatî sepandin bi ser vê civakê de bişkînin û rewşekê çê bike ku di wê de nûçeyên xelkê hatinî perawêzxistin di deqa nûçeyên Îranê de cih bigire.

Saziya Mafê Mirovî ya HENGAWê di van heşt salan de bi çalenc û gefên berfireh re rû bi rû bûye. Ev gefane van mijaran li xwe digire:

Gefên ewlehî: Çalakvan û raportêrên HENGAWê hertim rastî gefên micid ên ewlehî hatine ji wan lipeyketin, girtin, bêserûşûnkirina bi zorê, îşkencekirin û heta metirsiya mirinê jî. Ev gefane ji aliyê saziyên hikûmetî û girûpên bi hêz ve têne kirin ku hewl didin rê li ber weşandina rastiyên tal û bi êş ên binpêkariyên mafê mirovî bigirin. Saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê beriya girtin û revandina endamên HENGAWê, wan bi tometên wekî “terorîzm, cudahîxwaz û hevkariya bi Mosadê re” fermana kuştina wan wajo kirine.

Sînordarkirina agehiyan: Di gelek haletan de, ji ber kontrola tund a medyayî û sansûra hikûmetê, gihîştina zanyariyên rast û raporên li ser binpêkariyên mafê mirovî dijwar bûne. Gelek nûçegihanên xwecihî û çavkaniyên nûçeyî yên herêmî rastî zextan hatine û raporkirina serbixwe bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû bûye.

Gefên dîcîtalî: Êrîşên sayberî yên li ser malper û bingehên onlayn ên HENGAWê, ji bo bê dengkirina vê saziyê û jinavbirina data û zanyariyên girîng, yek ji mezintirîn çelencên van salane bûye. Parastina ewlehiya dîcîtal û lihemberderketin bi van gefan re pêwîstî bi çavkanî û hewildanên berdewam e.

Gefên malbat û kesên girêdayî wan: Gelek kes ji malbat û hevalên çalakvan û nûçegihanên HENGAWê jî rastî zextên derûnî û ewlehiyê hatine û girtin, gef û çewsandin ji wan emraz in ku dewleta Îranê û saziyên serkutkar ji bo qutkirina dengê vê saziyê bi kar tîne.

HENGAWê hertim girîngiyeke taybet daye rewşa kêmîneyên netewî û etnîkî yên ku di bin cudatîdan û serkutkariyê de ne. Ev kêmîneyane ji bilî wê ku rastî zilmên zayendî û aboriyê hatine, bi cudakariyên nijadperestî û navendgerayî ya etnîkî re jî rû bi rû ne. HENGAW di raporên xwe de bi tomarkirin û weşana haletên sîstematîk ên binpêkariyên mafê van neteweyan, hewl daye ku dengê wan bigihîne civakên navnetewî.

Di vê rêya dijwar de, HENGAW hertimî li hember rastî, dadperwerî û mafê mirovî  berpirsiyar bûye û di deqa piştî tevgera “Jin Iyan Azadî” de, ji berê xurtir û bi îdeyên ku ji deqa vê tevgerê hatine wergirtin, rêya xwe bo piştevanîkirin ji qurbaniyên binpêkariya mafê mirovî û dana zanyariyên rohn û rast berdewam bike û dê berdewam bibe jî.

HENGAW spasiya hemûyê wan kesan dike ku di van salan de bi hevkarîkirin, raporkirin û piştgirîkirin ji çalakiyan hevrêtiya HENGAWê kirine û tekezî li ser îradeya xwe bo berdewambûna vê rêyê dike.

Saziya Mafê Mirovî ya HENGAWê
9ê Cotmeha 2024an


Di vî warî de zêde bixwînin