Merîwan; Mihemed Destûre ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin

09 October 2024 18:59

Hengaw; Çarşemî 9ê Cotmeha 2024an

Welatiyekî Kurd ê xelkê bajarê Merîwanê yê bi navê Mihemed Destûre ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve li vî bajarî hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 8ê Cotmeha 2024an, Mihemed Destûre yê temen 25 salî û xelkê gundê "Tûtender" ê girêdayî bajarê Merîwanê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaata vî bajarî ve hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî li şeqameke bajarê Merîwanê û bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî hewla girtina vî welatiyê Kurd dane û lipeyketinên malbata navbirî li derheq agehdarbûn ji qedera kurê xwe heya niha bê encam maye.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast derheq sedemên girtin, tohmetên ku li dijî navbirî hatinî sepandin, cihê ragirtin û qedera vî welatiyê Kurd li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin