Girtîgeha Qizilhesar; Birêveçûna sizayê darvekirina sê girtiyan

09 October 2024 19:59

Hengaw; Çarşemî 9ê Cotmeha 2024an

Sizayê darvekirina du girtiyên Belûç yên bi navên “Ehmed Narûyî û Mihemed Îshaqzehî” û herwisa girtiyek Lor ê bi navê “Kamran Seqayî” li girtîgeha Qizilhesarê hate birêveçûn. Ew berê bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber bi darvekirinê hatibûne sizadan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha Çarşemî 9ê Cotmeha 2024an, sizayê darvekirina “Kamran Seqayî” yê xelkê Xuremavaya Loristanê, û herwisa “Ehmed Narûyî” yê 33 salî û “Mihemed Îshaqzehî” yê 31 salî, herdu xelkê Zahidanê li girtîgeha Qizlihesara Kerecê hate birêveçûn.

Kamran Seqayî berî niha bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber li bajarê Şehriyarê hatibû girtin û di dawiyê de bi darvekirinê hatibû sizadan.

Ehmed Narûyî û Mihemed Îshaqzehî, herdu girtiyên dinê jî, di dosyeyeke hevpar de, 4 sal berî niha bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber hatibûne girtin û bi darvekirinê hatibûne sizadan.

Heta dema belavbûna vê raporê, nûçeya darvekirina van sê girtiyan li medyayên hikûmetî û nemaze medyayên Dezgeha Dadwerî nehatiye belavkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin