Kirmaşan; Hêzên Întizamî bi teqeya rasterast welatiyek ciwan ê Kurd kuştin

09 October 2024 20:21

Hengaw; Çarşemî 9ê Cotmeha 2024an

Welatiyekî ciwan ê Kurd û xelkê bajarê Kirmaşanê yê bi navê “Mêhrşad Elmasî”, bi sedema teqeya rasterast a hêzên Întizamî yên Komara Îslamî ya Îranê hate kuştin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 8ê Cotmeha 2024an, Mêhrşad Elmasî yê 22 salî û xelkê taxa “Anahîta” ya ser bi Kirmaşanê li nêzî navçeya geştyarî û kevnar a Taqistanê bi teqeya rasterast a hêzên Întizamî canê xwe ji dest da.

Li gorî gotina çavkaniyeke nêzî malbata Mêhrşad Elmasî, ev ciwanê Kurd ji bo pêşîgirtin ji destbiserdegirtina matorsîkleta xwe, ji cihê navirî dûr ketiye û ji pişt ve bûye armanca du gulleyên şer ên hêzên Întizamî.

Vê çavkaniyê daye zanîn ku, efserê ku rasterast teqe li vî ciwanê qurbanî kiriye, berê jî di haletên hevşêwe de bi awayekî rasterast tak û tohmetbar rastî gullereşandinê aniye.


Di vî warî de zêde bixwînin