Sine; Girtin û nexuyabûna çarenivîsa Goran Xudamuradî

10 October 2024 12:21


Hengaw; Pêncşemî 10ê Cotmeha 2024an

Welatiyekî Kurd ê xelkê bajarê Sinê yê bi navê Goran Xudamuradî ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin û tevî derbasbûna çar roj ji binçvkirinê hê jî çarenivîsa wî nediyar e.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 7ê Cotmeha 2024an, Goran Xudamuradî yê xelkê gundê "Şiyan" ê girêdayî bajarê Sinê, li êrîşa hêzên ewlehî bo ser mala malbatî ya wî û bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin.

Hengaw hatiye agehdarkirin ku, hêzên ewlehî tevî binçavkirina vî welatiyê Kurd, mala navbirî jî vekolîn kirine û dest danîne ser hin kelûpelên şexsî yên navbirî yên wekî telefon û pirtûkên wî.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast derheq sedemên girtin, tohmetên ku li dijî navbirî hatinî sepandin, cihê ragirtin û qedera vî welatiyê Kurd li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin