Girtîgeha Urmiyê; Birêveçûna sizayê darvekirina du girtiyan

10 October 2024 14:12

Hengaw; Pêncşemî 10ê Cotmeha 2024an

Hevdem digel 10ê Cotmehê roja cîhanî ya hemberderketin li dijî sizayê darvekirinê, sizayê darvekirina du girtiyên Kurd ên xelkê bajarên Urmiye û Bokanê ku berê bi tohmeta “kuştina bi qest” bi îdamê hatibûne sizadan, li girtîgeha navendî ya Urmiyê hate birêveçûn. Nasnameya yek ji wan du girtiyan bi navê Burhan Ensarî hatiye eşkerkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Pêncşemî 10ê Cotmeha 2024an, sizayê darvekirina her yek ji Burhan Ensarî yê xelkê Urmiyê û girtiyekî xelkê Bokanê ku nasnameya wî di halê lêkolînê de ye, li girtîgeha navendî ya Urmiyê (girtîgeha Derya) hate birêveçûn.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, Burhan Ensarî sê sal berî niha bi tohmeta kuştina bi qest hatibû girtin û ji aliyê Dadgeha Şoreş a Urmiyê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.

Heta dema belavbûna vê raporê, nûçeya darvekirina van du girtiyan li medyayên hikûmetî û nemaze medyayên Dezgeha Dadwerî nehatiye belavkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin