Rapora giştî; Sizayê darvekirina girtiyekî din bi nihênî li girtîgeha navendî ya Urmiyê hate cîbicîkirin

11 October 2024 13:25

Hengaw; Înê 11ê Cotmeha 2024an

Sizayê darvekirina girtiyekî din ê Kurd û xelkê bajarê Seqizê yê bi navê Esed Ferheng bi awayekî nihênî li girtîgeha navendî ya Urmiyê hate birêveçûn. Sizayê darvekirina vî girtiyê han hevdem digel girtiyekî din ê Kurd yê bi navê Burhan Ensarî hatibû cîbicîkirin ku hûrdekariyên vê raporê di rapora berê a Hengawê de hatiye belavkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Pêncşemî 10 Cotmeha 2024an, Esed Ferheng ê xelkê Seqizê li girtîgeha navendî ya Urmiyê (girtîgeha Derya) hate darvekirin. Sizayê darvekirina vî girtiyê Kurd di halekê de bi nihênî hatiye cîbicîkirin ku li gorî belgeyên ku gihane destê Hengawê, dosyeya navbirî hê jî berdewam e û sê hefteyên din wate li 26ê Cotmehê biryarbû kombûna dadgeha wî were lidarxistin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, sizayê darvekirina Esed Ferheng bi bê agehdarkirina malbata navbirî û bi bê dawî hevdîtin digel kesûkarên wî hatiye cîbicîkirin.

Ev girtiye 9 sal berî niha bi tohmeta "kuştina bi qest" hatibû girtin û di dawiyê de ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi îdamê hatibû sizadan.

Hengawê berî niha nûçeya birêveçûna sizayê darvekirina girtiyekî din ê Kurd ê bi navê Burhan Ensarî yê xelkê Urmiyê li sibêdeha roja Pêncşemî belav kiribû. Navbirî jî bi tohmeta "kuştina bi qest" bi darvekirinê hatibû sizadan.

Sizayê darvekirina van du girtiyên Kurd heta dema belavbûna vê nûçeyê, li medyayên hikûmetî û nemaze medyayên Dezgeha Dadwerî nehatiye belavkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin