Diyarîkirina barimteya 100 milyard Tumenî ji bo wergirtina mirexesiyê bo Mehmûd Sadiqî yê girtiyê siyasî yê Kurd

11 October 2024 23:19

Hengaw; Înê 11ê Cotmeha 2024an

Mehmûd Sadiqî, girtiyê siyasî yê Kurd ê xelkê Kamêranê û birayê hevjîna Heyder Qurbanî yê girtiyê siyasî yê darvekirî, bi nêzîkbûna nehemîn sal ji girtina wî, herwisa ji mafên xwe yên sereke hatiye bêparkirin û vê dawiyê jê re hatiye ragihandin ku barimteya 100 milyard Tumenî ji bo wergirtina mirexesiyê (azadiya demkî) pê re hatiye dayirîkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Mehmûd Sadiqî yê girtiyê siyasî yê Kurd li girtîgeha navendî ya Sinê, 7 sal û 11 meh û 25 roj in ku bi bê wergirtina mafê mirexesiyê di girtîgehê de ye.

Çavkaniyeke nêzî malbata Sadiqî di vê derbarê de ji Hengawê re gotiye; "Bi nêzîkbûna nehemîn sal ji girtina Mehmûd Sadiqî, navendên ewlehî ji bo dana mirexesiya çend roje bi navbirî re daxwaza barimeteya 100 milyard Tumenî kirine". 

Hengawê berî niha li gorî gotina çavkniyeke agehdar nivîsîbû ku, ji ber bi qestî yeknegirtina du sizayên girtîgeha navbirî, heya niha mafê wergirtina mirexesiya wî nexuya ye. Mehmûd Sadiqî heya niha çend caran daxwaza veguhestinê bo girtîgeha Kamêranê kiriye, lê her carê berpirsên girtîgehê û saziyên ewlehî dijayetî kirine.

Mehmûd Safiqî, meha Şibata 2020an, ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Sinê ve bi serokatiya dadwer Seîdî bi tohmeta "hevkarîkirin bi bexî re" bi 25 sal girtîgehê hatibû sizadan.

Ev girtiyê siyasî yê Kurd di Cotmeha 2019an de, bi tohmeta "hevkarîkirin li kuştin û hevkarîkirin bi Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê re" ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Keyferî ya Yekem a parêzgeha Sinê ve bi 30 sal girtîgehê hatibû sizadan.

Mehmûd Sadiqî, roja 16ê Cotmeha 2016an, digel hevjînê xwîşka xwe “Heyder Qurbanî” yê girtiyê siyasî yê Kurd ê îdamkirî, di mala xwe de hatibûne girtin.

Navbirî piştî binçavkirinê heyama sê mehan li girtîgeha îdareya Îtilaata Sinê di bin zext û givaşên derûnî û fîzîkî de bû û di dawiyê de bo girtîgeha Kamêranê hate veguhestin. Navbirî piştî pênc mehan bo girtîgeha navendî ya Sinê hate veguhastin û niha jî di vê girtîgehê de ye.


Di vî warî de zêde bixwînin