Bane; Berdewamiya girtin û nexuyabûna çarenivîsa Riza Elayî yê fêlmçêkerê Kurd

12 October 2024 14:52

Hengaw; Şemî 12ê Cotmeha 2024an

Piştî mehek ji binçavkirina Riza Elayî, welatiyê Kurd û derhêner û fîlmçêkerê xelkê Banê, hê jî rewşa wî ya yasayî (hiqûqî) nexuya ye û zanyariyek ji çarenivîsa wî ber dest nîne.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Riza Elayî yê derhêner û fîlmçêkerê 43 salî yê xelkê Banê, heyama 32 rojan e ku bi bê agehî û nexuyabûna qederê li girtîgehê ye.

Pêka gotina çavkaniyeke nêzî malbata Riza Elayî, ev derhênerê Kurd di heyama girtina xwe de tenê pêwendiyek kurt hebûye û di wê pêwendiyê de daye zanîn ku haya wî ji cihê ragirtina xwe nîne.

Riza Eyayî yê fîlmçêkerê Kurd heya niha çendîn fîlmên kurt û dirêj berhem aniye ku yek ji wan li jêr navê “Zeviyên Pîs” karî bi serkeftiyane di festîvala navnetewî ya Kenê (Cannes) de beşdariyê bike.
Hêjayî gotinê ye ku, Riza Eyayî roja Çarşemî 11ê Îlona 2024an li êrîşa hêzên ewlehî li Banê bo ser mala wî ya malbatî hatibû girtin.


Di vî warî de zêde bixwînin