Bokan; Deh meh girtîgeh bi ser Menîje Xoşnûd de hate sepandin

13 October 2024 13:53

Hengaw; Yekşemî 13ê Cotmeha 2024an

Menîje Xoşnûd, welatiya Kurd a xelka bajarê Bokanê ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve, sizayê 10 meh girtîgeh bi ser de hate sepandin. Navbirî Havîna îsal jî bo heyama 36 rojan di girtîgehê de bû. 

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama rojên borî de, Menîje Xoşnûd a welatiya 56 salî û xelka Bokanê ji aliyê Taya 101 a Dadgeha Keyferî ya Du ya Bokanê ve bi tohmeta “propagendekirin li dijî hikûmetê”, sizayê 10 meh girtîgeh bi ser de hate sepandin û ev sizaye roja Şemî 12ê Cotmeha 2024an ji navbirî re hate ragihandin.

Hêjayî gotinê ye ku, Menîje Xoşnûd roja Çarşemî 31ê Tîrmeha 2024an, li êrîşa hêzên ewlehî bo ser mala wê ya malbatî li Bokanê û bi bê nîşandana ti belgeyeke yasayî hatibû binçavkirin. Van hêzan di dema binçavkirina vê welatiya Kurd de hewla vekolîna malê dabûn û dest bi ser telefona wê de girtibûn.

Ev welatiya Kurd di dawiyê de roja Pêncşemî 5ê Îlona 2024an, piştî 37 roj binçavkirinê bi danîna barimteyê û bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgehê hatibû berdan.


Di vî warî de zêde bixwînin