Urmiye; Siyamend Hesenpûr yê kolberê ziyandîtî, piştî çend rojan li nexweşxanê canê xwe ji dest da

13 October 2024 20:01

Hengaw; Yekşemî 13ê Cotmeha 2024an

Kolberekî Kurd ê xelkê bajarê Serdeştê yê bi navê “Siyamend Hesenpûr” ku berê li bilindahiyên Qendîlê ji ber ketin ji bilindahiyan ve rastî ziyandîtinê hatibû, piştî çend rojan razandin li yek ji navendên dermanî yên bajarê Urmiyê canê xwe ji dest da.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 1ê Cotmeha 2024an, Siyamend Hesenpûr ê kolberê 37 salî yê xelkê gundê “Espemêze” yê girêdayî Serdeştê li yek ji nexweşxaneyên bajarê Urmiyê canê xwe ji dest da.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, Siyamend Hesenpûr hefteya borî li bilindahiyên navçeya sînorî ya Qendîlê, dema ku ji aliyê hêzên leşkerî ve dihate şopandin û ji bo revîn ji destê van hêzan ji bilindahiyan ve dikeve xwarê û rastî derbeya mêjî tê û piştre dikeve komayê.

Hêjayî gotinê ye ku, navbirî xîzandar û bavê du zarokan bûye.


Di vî warî de zêde bixwînin