Sizayê darvekirina du girtiyan li girtîgeha Qizilhesar a Kerecê hate cîbicîkirin

02 October 2024 20:32

Hengaw; Çarşemî 2ê Cotmeha 2024an

Sizayê darvekirina aliyê kêm du girtiyên bi navên Ferzulah Nesîrî (Fezlulah Pûrnesîrî) û Hemze Şehbazî ku berê bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber bi îdamê hatibûne sizadan, li girtîgeha Qizilhesar a Kerecê hate cîbicîkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Çarşemî 2ê Cotmeha 2024an, du girtiyên bi navên Ferzulah Nesîrî yê xelkê bajarê Kuyeştê û Hemze Şehbazî yê xelkê Tehranê li girtîgeha Qizilhesar a Kerecê hatine darvekirin.

Ev du girtiyane berê bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber bi îdamê hatibûne sizadan. Roja Duşemî bo odeya takekesî hatibûne veguhastin û duh dawî hevdîtina xwe digel malbatên xwe kiribûn.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, nûçeya darvekirina van du girtiyan di medyayên hikûmetî û bi taybetî medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin