Hejmara girtiyên darvekiriyên li girtîgeha navendî ya Şîrazê giha bi 6 kesan

14 October 2024 23:33

Hengaw; Duşemî 14ê Cotmeha 2024an

Bi eşkerebûna nasnameya çar girtiyên dinê ku roja Yekşemî li girtîgeha navendî ya Şîrazê hatibûne darvekirin, hejmara girtiyên darvekirî li vê girtîgehê giha bi şeş kesan. Hemûyê van girtiyane bi tohmetên “kuştina bi qest” û pêwendîdar bi “madên hişber” bi darvekirinê hatibûne sizadan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Yekşemî 13ê Cotmeha 2024an, sizayê darvekirina şeş girtiyan yên bi navên “Ferhad Selîmî, Elî Şîrwanî, Îzet Heyderî, Kazim Seîdpûr, Riza Namdarî û Husên Heyderî” li girtîgeha navendî ya Şîrazê (girtîgeha Adilava) hate birêveçûn.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, her yek ji Îzet Heyderî yê 36 salî, pênc sal berî niha, Elî Şîrwanî yê 28 salî, çar sal berî niha û Ferhad Selîmî yê temen 27 salî, sê sal berî niha bi tohmeta “kuştina bi qest” û di dosyeyên cuda de bi darvekirinê hatibûne sizadan.

Herwisa Kazim Seîdpûr, Riza Namdarî û Husên Heyderî ku ji girtîgeha “Pîrbenû”yê bo girtîgeha Adilavayê hatibûne veguhastin û piştre bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber bi darvekirinê hatibûne sizadan.

Hêjayî gotinê ye ku, Kazim Seîdpûr û Riza Namdarî sê sal berî niha di dosyeyek hevbeş de û Husên Heyderî jî çar sal berî niha bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber hatibûne girtin.

Heta dema belavbûna vê raporê, nûçeya darvekirina van girtiyane li medyayên hikûmetî û nemaze medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî nehatiye belavkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin