Bokan; Deh meh girtîgeh bi ser Zehra Sacidîniya de hate sepandin

15 October 2024 12:22

Hengaw; Sêşemî 15ê Cotmeha 2024an

Zehra Sacidîniya, welatiya Kurd a xelka bajarê Bokanê ku meha Tebaxa Îsal hatibû girtin, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve, sizayê 10 meh girtîgeh bi ser de hate sepandin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di vê dawiyê de Zehra Sacidîniya, welatiya 38 salî û xelka Bokanê ji aliyê Taya 101 a Dadgeha Keyferî ya Du ya Bokanê ve bi tohmeta “propagendekirin li dijî hikûmetê”, sizayê 10 meh girtîgeh bi ser de hate sepandin û ev sizaye 29ê Îlonê bi fermî ji navbirî re hate ragihandin.

Li gorî biryara hatî dayîn, Zehra Sacidîniya 20 roj dem heye ku nerazîbûna xwe li hember birayara dadgehê nîşan bide.

Hêjayî gotinê ye ku, Zehra Sacidîniya roja Çarşemî 31ê Tîrmeha 2024an, piştî gazîkirin bo îdareya Îtilaata Bokanê hatibû girtin û bo girtîgeha vê saziya ewlehî li Urmiyê hatibû veguhastin. Navbirî piştî çend rojan ji binçavkirinê bi danîna barimteyê û bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgehê hatibû berdan.


Di vî warî de zêde bixwînin