Birêveçûna sizayê darvekirina girtiyekî Kurd li girtîgeha navendî ya Urmiyê

15 October 2024 20:23

Hengaw; Sêşemî 15ê Cotmeha 2024an

Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê Nasir Mihemedî (Hengerwanî) li girtîgeha navendî ya Urmiyê hate birêveçûn. Ev girtiye berê bi tohmeta "kuştina bi qest" bi îdamê hatibûne sizadan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Sêşemî 15ê Cotmeha 2024an, sizayê darvekirina girtiyekî bi navê Nasir Mihemedî yê xelkê gundê "Nêçelan" ê girêdayî devera Soma û Biradosta Urmiyê, li girtîgeha navendî ya Urmiyê hate birêveçûn.

Ev girtiye berî niha bi tohmeta kuştina bi zanebûnê hatibû girtin û di dawiyê de ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, nûçeya darvekirina vî girtiyê Kurd li medyayên hikûmetî û nemaze medyayên Dezgeha Dadwerî nehatiye belavkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin