Bokan; Berdewamiya girtin û nexuyabûna çarenivîsa Xebat Îrandost

16 October 2024 13:03

Hengaw; Çarşemî 16ê Cotmeha 2024an

Tevî derbasbûna du hefte ji binçavkirina Xebat Îrandost, welatiyê Kurd ê xelkê Bokanê, heya niha ti zanyariyek derheq qedera wî li ber dest nîne.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Xebat Îrandost, welatiyê Kurd ê temen 43 salî û xelkê Bokanê û bavê zarokekê heyama 14 rojên borî li cih û rewşeke nediyar di girtîgehên navendên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê de derabs dike.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, Xebat Îrandost di vê dawiyê de ji mafên sereke yên wek destpêregihîştin bi parêzer, pêwendiya telefonî û herwiha hevdîtina rû bi rû hatiye bêparkirin.

Herwiha, heya niha ti zanyariyek ji aliyê navendên ewlehî ve derheq sedemên girtin û rewşa yasayî ya dosyeya Xebat Îrandost bi malabata wî re nehatiye danê.

Hêjayî gotinê ye ku, ev welatiyê Kurd roja Çarşemî 2ê Cotmehê li cihê karê xwe li bajarê Bokanê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû girtin û bo cihekî nexuya hatibû veguhastin.


Di vî warî de zêde bixwînin