Birêveçûna sizayê darvekirina 4 girtiyan ji wan 2 hevwelatiyên Efxanistanê li girtîgeha Qizilhesara Kerecê

16 October 2024 18:18

Hengaw; Çarşemî 16ê Cotmeha 2024an

Sizayê darvekirina çar girtiyan ji wan 2 hevwelatiyên Efxanistanê yên bi navên Ebdulbarî Tacîk û Paşa Peştû û du girtiyên din ên ku nasnameya wan bi navên Cawîd Ehmedxanî û Rehman (paşnavê wî ediyar e) hatiye eşkerekirin, li girtîgeha Qizilhesarê bi rê ve çû. Ev girtiyane berê bi tohmeta pêwendîdar bi “madên hişber” bi darvekirinê hatibûne sizadan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Çarşemî 16ê Cotmeha 2024an, sizayê darvekirina Ebdulbarî Tacîk û Paşa Peştû, du girtiyên xelkê Efxanistanê, Cawîd Ehmedxanî yê xelkê Îslamşehra Tehranê û girtiyekî din ê bi navê Rehman li girtîgeha Qizilhesara Kerecê hate cîbicîkirin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, Cawîd Ehmedxanî 5 sal berî niha bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber hatibû girtin û piştre bi îdamê hatibû sizadan.

Herwiha sê girtiyên dinê jî beriya niha bi tohmetên heman rengî di dosyeyên cuda de ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibûne sizadan.
 
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, nûçeya darvekirina van giriyane li medyayên hikûmetî û bi taybetî medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî nehatiye belavkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin