Hewlên “Hengaw û Hawar”ê bo xurtkririna piştevaniya navneteweyî ji mafê mirovî li Îranê li hevdîtina digel parlemantarên Almanê

16 October 2024 22:18


“Jîla Mustecêr û Erselan Yarehmedî”, damezrînerên Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, wekî nûnerên vê saziyê di rûniştineke taybet de bi hejmarek ji nûnerên parlemana Alamê re hevdîtin kirin. Ev kombûne ku bi mêvandariya “Peter Heide” nûnerê Partiya Lîberal a Almanê û bi hevkariya Saziya Mafê Mirovî ya “Hawar”ê hate lidarxistin, li ser rewşa mafê mirovî li Îranê û bi taybetî çalencên ku rûbirûyê kêmîneyên netewî-etnîkî, olî û zayendî ne, axaftin kirin.

“Daniela Sepehri” wek nûnera ‘Hawar”ê di destpêka vê kombûnê de raporek berfireh ji meşa darvekirin û tundûtîjiyên sîstematîk ên Komara Îslamî di mehên borî de pêşkêş kir. Piştî wê, “Mina Khani” endama hevpar a Saziyên Mafê Mirovî yên “Hawar û Hengaw”ê tevî tekezîkirin li ser raporên girîng ên Hengawê derheq binpêkariyên mafê mirovî li Îranê rû li nûnerên parlemanê got: Hewlên me rengvedana rewşa trajîdîk a mafê mirovî di vê rewşa aloz a navçeyê de ye, ku em bikarin rê li ber perawêzxistina pirsa mafê mirovî li qada navdewletî bigrin. Û wek mînak em bidine zanîn ku Komara Îslamî çawa bi tohmetbarên wek tohmetên hevkariya bi Îsraîlê re kurdkujiyê dike.

Jîla Mustecêr di vê kombûnê de behsa binpêkariyên sîstematîk ên mafê mirovî li Îranê kir û bi taybetî behsa çalencên ku saziyên mafê mirovî pê re rû bi rû ne, ji wan belavkirina mijarên nedirust ji aliyê Komara Îslamî ve kir. Navbirî ji nûnerên parlemana Almanê xwest ku bi baldarî ve ji saziyên mafê mirovî yên bawerpêkirî rewşa mafê mirovî li Îranê bişopînin û Komara Îslamî ya Îranê di korr û civatên navnetewî de ji ber binpêkirina berfireh a mafê mirovî berpirsyardar bikin”. Erselan Yarehmedî jî, bi awayekî taybet behsa rewşa taybet a kêmîneyên etnîkî, olî û zayendî li Îranê kir û ji nûnerên parlemana Almanê xwest ku ji bandora xwe bo baştirkirina rewşa penaberên Îranî yên rûniştî li Tirkiye û Herêma Kurdistanê bi kar bînin.

Damezrênerên Hengawê herwiha bi hejmarek ji endamên din ên payebilind ên parlemena Almanê re, ji wan “Jurgen Hart, Max Lux, Clara Bunger û Ivan Ray”, hevtîdin kirin. Van nûneran ku kifaleta siyasî ya hin ji girtiyên siyasî yên Îranê li stuyê wan e, bi damezrênerên Hengawê re li ser rola Spaha Pasdaran li serkutkariyên hundurî û navneteweyî û hewlên pêwîst ji bo xistina vê saziyê di lîsteya terorîstî ya Yekîtiya Ewropa û Almanê de gotûbêj kirin.

Nûnerên Hengawê di hemûyê van hevdîtinan de, behsa rewşa mafê mirovî li Îranê kirine û daxwaz ji tevahiya van nûneran kirine ku hewlên cidîtir ji bo têxistina Spaha Pasdaran di lîsteya terorîstî ya Yekîtiya Ewropa û Almanê de bidin û herwiha saziyên mafê medenî û mirovî û demokratîk ên Îranê xurtir bikin. Wan herwisa derbarê rewşa “Jakan Baran” ê endamê bi zorê hatî bêserûşûnkirin yê Hengawê kirin û wek mînakekê hewlên serkukarane yên Komara Îslamî ya Îranê vebîr anîn û ji nûnerên parlemana Alamê xwastin ku bi awayekî micid li ser vê mijarê bixebitin.

Jîla Mustecêr û Erselan Yarehmedî ku bi vexwandina Saziya Mafê Mirovî ya Hawarê ji bo hevtîdina digel nûnerên parlemana Almanê amade bûn, di demjimêr û rojên berî û piştî vê hevdîtinê de digel hin ji nûner û siyasetvanên navdar ên Amalnê ji wan “Jurgen Hart”, Berdevkê Karûbarê  Derve yê Yekîtiya du Partiyên Demokrat Xirîstiyan û Sosyal Xirîstiyan û kefîlê siyasî yê girtiyê siyasî yê Kurd yê hatî darvekirin, “Aram Umerî Bedriyanî”, û “Max Lux”, Nûnerê Partiya Kesk a Almanê û Berpirsê Mafê Mirovî ya Îranê li Şêwreya Ewropayê û kefîlê siyasî yê “Sipîde Qeliyan”, û “Pagah Adalatian” ji Birêvebera berê û endama paye bilind a Partiya Kesk a Almanê, û “Clara Bunger” ji Partiya Çep, kefîla girtiyê siyasî yê hatî darvekirin yê bi navê “Mihemed Qubadlû” û herwisa “Ye-One Rhie”, Nûnera Pariya Sosyal Demokrat û kefîla siyasî ya Tomac Salihî hevdîtin kirin û derbarê rola Spaha Pasdaran li serkutkirina hundurî û navnetewî û hewlên pêwîst bo xistina vê saziyê di nav lîsteya terorîstî ya Yekîtiya Ewropayê gotûbêj kirin.

Herwiha li hevdîtina bi “Dozen Teka”, Birêvebera Saziya Mafê Mirovî ya Hawar û rojnamevana navdar a Almanî-Êzdî re, Jîla Mustecêr û Erslan Yarehmedî derbarê girîngiya belgekirin û komkirina zanyariyên serast û rohn ji rewşa mafê mirovî li Îranê gotûbêj kirin. Dozen Tekal tevî bilind nirxandina hewlên Hengawê, tekezî kir ku bi bê hevkarîkirin digel saziyên wekî Hengawê, bidestxistina zaniyarî û agehiyên derbarê rewşa mafê mirovî li Îranê û di tevgera Jin Jiyan Azadî de nemumkin bûn.

Ev hevdîtinane beşeke ji hewlên berdewam ên Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê ji bo wergirtina piştevaniya navneteweyî ji hemberderketin li dijî binpêkirina mafê mirovî li Îranê û hişyarkirina raya giştî ji serkutkirina sîstematîk a Komara Îslamî ya Îranê ye.


Di vî warî de zêde bixwînin