Rohnkariyek li ser rewşa mafê mirovî li Îranê; Semînera taybet a Hengawê li Osloyê

Hengaw; Sêşemî 1ê Nîsana 2025an
Semînera taybet a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê li ser rewşa mafê mirovî li Îranê, bi girîngîdan bi çewsandina kêmaniyên netewî/etnîkî, olî û civaka keskesor (Queer), roja Şemî 29ê Adara 2025an, li bajarê Oslo yê welatê Norwêjê hate birêveçûn.
Ev kombûne ku bi sê zimanên Îngilîzî, Norwêjî û Kurdî û bi amadebûna nûnerên çendîn saziyên mafê mirovî û aliyên siyasî hate lidarxistin, pêk hatibû ji pêşkêşkirina rapora rohnkarî, rapora pisporî û panêlek li ser siyasetên serkukarî yên Komara Îslamî ya Îranê li dijî kêmîneyan di Îranê de.
Lêkolîna rewşa çewsandina kêmîneyên olî, netewî û pêkhateyan
Di beşa destpêkê ya vê semînarê de, gotarbêjan behs ji cudahîdanên sîstematîk li Îranê û bandorbûna wan li ser kêmîneyên olî, netewî û etnîkî kirin.
Şilêr Bapîrî, Endama Desteya Birêveberî ya Hengawê, di gotara destpêkê de bal kişande ser rewşa nebaş a mafê mirovî di Îranê de û îşare bi rola cudakariyên sîstematîk di serkutkirina kêmîneyan de kir. Şilêr Bapîrî tevî teîdkirina girîngiya belgemendkirinê, daxwaz ji civaka medenî û saziyên navdewletî kir ku bi mebesta rengvedana binpêkirina mafên mirovî û eşkerekirina siyasetên serkutkarî yên Komara Îslamî roleke berçav bilîzin.
Sîrwan Qadirzade yek ji endamên Hengawê, di gotara xwe de behsa şêwaza yasayî ya serkutkirin li Komara Îslamî ya Îranê kir û diyarî kir ku yasayên Îranê bûne emrazek ji bo rewadan bi çewsandina dijberan, çalakvan û kêmîneyan. Herwiha bal kişande ser zext û çewsandina zêdetir a li ser kêmîneyên netewî û pêkhateyan û civaka keskesor û got ku, her şêwe nerazîbûneke van koman bi çewsandina sîstematîkî, girtin û darvekirinê bersivê dide.
Di berdewamiya semînarê de, Esed Fetahî, Endamê Desteya Birêveberî ya Hengawê, raporek rohnkarî li ser amarên girtin, darvekirin û mirinên bi guman di girtîgehên Îranê de li heyama sala 2024an pêşkêş kir. Navbirî ev amare li gorî cudakirina kêmîneyên netewî û etnîkî, kêmîneyên olî rohn kir û nîşan da ku çewsandin li van deveran li gorî demên borî zêdetir bûye.
Çewsandina ducarî ya kêmîneyên zeyendî û seksî li Îranê
Yek ji mijarên semînarê, rewşa civaka keskesore li Îranê û binpêkirina sîstematîkî ya mafên vê komê bû.
Mîna Xanî, endama Hengawê, li gotara xwe ya bi navê “Hebûna LGBTQ Li Îranê: Yasa, Civak û Berxwedan Ji Bo Manê”, behsa siyasetên çewt ên Komara Îslamî li dijî civaka keskesore kir. Navbirî eşkere kir ku çawa tawankirina nasname, bi nexweşînasandina civaka keskesore (queer) û hewl bo dûrxistina wan ji civakê, sê beşên sereke yên serkutkirina vê civakê li Îranê ye.
Rola dekomêntsazî li eşkerekirina binpêkirinên mafê mirovî
Jîla Mostecêr, yek ji birêveberên Hengawê, di beşa dinê ya semînarê de behsa girîngiya belgemendkirina haletên binpêkirina mafê mirovî û rola Hengawê di vê derheqê de kir. Navbirî îşare bi pirsgirêkên çalakvanên mafê mirovî wekî gefên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê li dijî endamên Hengawê kir û tekezî kir ku ev gefane nikarin pêşiya çalakiyên berdewam ên vê saziyê bigirin. Navbirî got ku Hengaw li ser hewlên xwe ji bo gihandina dengê qurbaniyên serkutê ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve, bi cîhan û navendên navdewletî berdewam dibe.
Beşa pisporî; Behskirin li ser çewsandina kêmîneyên netewî û etnîkî
Di beşa dinê de, panêleke gotûbêjî ya pisporî bi balkêşandin li ser kêmîneyên netewî û etnîkî li Îranê hate birêveçûn ku birêvebirina vê beşê li stûyê “Hanî Mîrşalarî”, çalakvanê mafê mirovî yê Belûç bû. Di vê beşê de Meriyem Emîrîferd, Berhem Azadî û Mîna Xanî, her yekê li ser aliyeke cuda behsa siyasetên serkutkarî yên Komara Îslamî kirin.
Meriyem Emîrîferd, çalakvana mafê mirov a Belûç, bi îşarekirin bi çewsandina sîstematîkî ya hevwelatiyên Belûç ji mafên xwe yên destpêkî, behsa vê yekê kir ku nedana nasname û kartên nasnameyî, hezaran hevwelatiyên Belûç ji destpêregihîştin bi mafên destpêkî yên wan wekî perwerde û xizmetguzariyên dermanî û tendirustî bêpar kiriye û ew bi praktîkî bi hemwelatiyên nayêne dîtin pêk aniye.
Berhem Azadî, çalakvanê mafê mirovî û endamê Partiya Sosyalîst a Çepa Norwêjê tekezî kir ku siyasetên Komara Îslamî bi qestî ev deverane di nav hejariyê de hiştine û xelk han daye ku berê xwe bidine karên metirsîdar ên wekî kolberiyê. Herwiha navbirî bal kişande ser tepeserkirina sîstematîkî ya çalakvanên siyasî yên Kurd û bandora van siyasetane li ser lawazkirina civaka sivîl a Kurdistanê.
Mîna Xanî jî herwisa li ser rewşa Gîlekan li warê civakî, siyasî û mafê mirovî axaftin kir. Wê bal kişande ser vê yekê ku siyasetên navendxwazî ji dema çêbûna dewlet-netewe li Îranê heta niha asmîlasyona çandî bi pêş xistiye û bûye astengek mezin li pêşiya pêvajoya demokratîzebûnê. Herwiha wê behsa tevgerên xelkî yên li Gîlanê ji wan tevgera Daristanê heta rewşa îro û sedemên pêşveçûna asmîlasyona çandî û berxwedanên çandî li Gîlanê kir.
Di beşa dawî ya semînerê de belgefîlma “Ji Helbestê ve heta bêserûşûnbûnê” hate pêşkêşkirin. Ev belgefîlme ku ji aliyê Hengawê ve bi hilkefta salvegera bêserûşûnkirina bi zorê ya Jakan Baran hatibû weşandin, behsa jiyan, xebat û çarenivîsa vî helbestvan û çalakvanê mafê mirovî dike.
Ev semînere di encamê de derfetek bû heta ku çalakvanên mafê mirovî, lêkolîner û siyasetmedar di kombûneke pisporî û zanistî de li ser şêwazên tepeserî û cudatîdanîn di Îranê de gotûbêjê bikin û Ji bo piştgiriya civakên bindest çareseriyan pêşkêş bikin.
Hengaw li ser belgemendkirin û ragihandina zanyarî derheq binpêkirina mafê mirovî li Îranê berdewam e û li ser pêwîstiya berfirehkirina hevkariyên navneteweyî bo lihemberderkrtin li dijî çewsandina sîstematîk li Îranê tekezî dike.