Urmiye; Hemîd Çepatî, çalakvanê medenî ê Kurd ji aliyê Polîsên Ewlehî ve hate girtin

17 October 2024 20:52

Hengaw; Pêncşemî 17ê Cotmeha 2024an

Hemîd Çepatî yê çalakvanê medenî yê Kurd û xelkê bajarê Urmiyê piştî gazîkirin bo Polîsê Ewlehî li vî bajarî hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 16ê Cotmeha 2024an, Hemîd Çepatî, çalakvanê medenî yê xelkê bajarê Urmiyê piştî gazîkirin bo Polîsê Ewlehî li vî bajarî hate binçavkirin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ev welatiyê Kurd ji ber belavkirina hin gotar û mijaran li nav torên civakî hatiye girtin.

Hêjayî gotinê ye ku, hêzên Polîsê Ewlehî destpêkê êrîşî ser mala malbatî ya vî welatiyê Kurd kirine û bi bê hebûna belgên yasayî dest avêtine bi vekolîna odeya wî. Di dawiyê de bi sedema nebûna Hemîd Çepayî li malê, ji bo girtina wî serkeftî nebûne û di e telefonî de bo Polîsê Ewlehî hatibû gazîkirin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, zanyariyek serast derbarê tohmetên li dijî vî welatiyê Kurd hatinî sepandin û cihê ragirtin û çarenivîsa navbirî li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin