Raporek ji birêveçûna sizayê darvekirina 11 girtiyan li girtîgehên Hemedan, Şîraz, Meşhed, Qom, Dêzfol û Îsfehanê

17 October 2024 23:54

Hengaw; Pêncşemî 17ê Cotmeha 2024an

Di heyama çend rojên borî de sizayê darvekirina herî kêm 11 girtiyan li girtîgehên cuda yên Îranê ji wan girtîgehên Hemedan, Şîraz, Meşhed, Qom, Dêzfol û Îsfehanê ku berê bi tohmetên kuştina bi qest û madên hişber bi darvekirinê hatibûne sizadan, bi rê ve çû. Du ji van girtiyane, girtiyan Kurd û yek jî welatiyê Efxanistanê bûye.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Pêncşemî 17ê Cotmeha 2024an, sizayê darvekirina du girtiyan yên xelkê bajarê Îsfehanê yên bi navên Ebas Kerîmî yê 36 salî û Mihemedelî Necefî yê 35 salî ku berê bi tohmeta “kuştina bi qest” bi darvekirinê hatibûne sizadan, li girtîgeha navendî ya Îsfehanê hate cîbicîkirin.

Hevdem sizayê darvekirina Ebdulqadir, hevwelatiyê Efxanistanê û girtiyek yê xelkê Sefadeşt ê ser bi parêzgeha Tehranê ku nasnameya wî ji aliyê Hengawê ve tê lêkolînkirin, li girtîgeha navendî ya Qumê hate cîbicîkirin. Ev herdu girtiyane berê bi tohmeta kuştina bi qest hatibûne girtin û bi darvekirinê hatibûne sizadan.

Li girtîgeha navendî ya Qezwînê û hedem, sizayê darvekirina du girtiyan ji wan girtiyek Kurd ê bi navê Nûrmurad Gerawend ê xelkê bajarê Kuyeştê û girtiyek dinê yê bi paşnavê Sencerî li girtîgeha Çûbînder a Qezwînê hate birêveçûn. Ev herdu girtiyane berê bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber bi darvekirinê hatibûne sizadan.

Herwisa sibêdeha roja Çarşemî 16ê Cotmeha 2024an, girtiyek din ê bi navê Mecîd Ceşlû li gitîgeha navendî ya Qumê hate darvekirin. Mecîd Ceşlû yê 35 salî, sê sal berî niha bi tohmeta kuştina bi qest hatibû girtin û di dawiyê de ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê bi darvekirinê hatibû sizadan.

Roja Çarşemî herwisa girtiyek din ê xelkê Şîrazê yê bi navê Muhsên Moxtarî ku pênc sal berî niha bi tohmeta kuştina bi qest hatibû girtin û bi darvekirinê hatibû sizadan, li girtîgeha navendî ya Şîrazê (Adilava) hate darvekirin.

Hevdem sizayê darvekirina girtiyek Kurd ê bi navê Resûl Feylî li girtîgeha navendî ya Hemedanê (girtîgeha Elwend) hate birêveçûn. Navbirî berê bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber bi darvekirinê hatibû sizadan.

Li girtîgeha Dêzfolê jî, sizayê darvekirina girtiyekî Lor ê xelkê bajarê Serdeştê yê ser bi parêzgeha Xûzistanê yê bi navê Ramîn Mihemedwend hate birêveçûn. Ev girtiye berê di pevçûneke şeqamî de û bi tohmeta kuştina bi qest bi darvekirinê hatibû sizadan.

Di berdewamiya meşa darvekirinan de, roja Duşemî 14ê Cotmeha 2024an, girtiyek bi nasnavê Elîriza Xeşawêpûr ku berî bi tohemta pêwendîdar bi madên hişber bi darvekirinê hatibû sizadan, li girtîgeha Wekîlava ya Meşhedê hate darvekirin.

Nûçeya van 11 girtiyên darvekirî, heta dema belavbûna vê nûçeyê li medyayên hikûmetî û bi taybet medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî nehatiye belavkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin