Bilindbûna hejmara girtiyên hatinî darvekirin li girtîgeha navendî ya Urmiyê

19 October 2024 15:41

Hengaw; Şemî 19ê Cotmeha 2024an

Hevdem bi darvekirina Nasir Mihemedî yê girtiyê Kurd, sizayê darvekirina girtiyekî din ê bi navê Emîr Silêmanî ku berê bi tohmeta “kuştina bi qest” ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan, li girtîgeha navendî ya Urmiyê bi rê ve çû.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Sêşemî 15ê Cotmeha 2024an, sizayê darvekirina Emîr Silêmanî yê temen 30 salî û xelkê Urmiyê li girtîgeha navendî ya vî bajarî hate cîbicîkirin.

Cîbicîkirina sizayê darvekirina Emîr Silêmanî hevdem digel cîbicîkirina sizayê darvekirina girtiyekî din ê bi navê Nasir Mihemedî (Hengerwanî) bûye ku berê nûçeya darvekerina wî hatibû medyayîkirin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ev du girtiyane du sal berî niha bi tohmeta “kuştina bi qest” hatibûne girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibûne sizadan.

Heta dema belavbûna vê raporê, nûçeya darvekirina vî girtiyê han li medyayên hikûmetî û nemaze medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî nehatiye belavkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin