Girtîgeha Navendî ya Îlamê; Birêveçûna sizayê darvekirina sê girtiyan

03 October 2024 00:25

Hengaw; Pêncşemî 3ê Cotmeha 2024

Sizayê darvekirina sê girtiyan ên bi navên Nîma Muradî, Nusretulah Minetî û Mehdî Xursan li girtîgeha navendî ya Îlamê hate cîbicîkirin. Ev girtiyane berê bi tohmeta "kuştina bi qest" bi îdamê hatibûne sizadan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Sêşemî 1ê Cotmeha 2024an, sizayê darvekirina Nîma Muradî û Nusretulah Minetî, du girtiyên Kurd û xelkê Îlamê û Mehdî Xursan ê girtiyê Ereb ê xelkê navçeya Deşta Ebas a Dêhloranê li girtîgeha Navendî ya Îlamê hate cîbicîkirin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, Nîma Muradî du sal berê niha û herwiha Nusretulah Minetî û Mehdî Xursan di van salên dawî de bi tohmeta kuştina bi zanebûnê di dosyeyên cuda de bi îdamê hatibûne sizadan.

Vê çavkaniyê day zanîn ku, girtiyekî din ê bi navê Talib Sêyf ê xelkê navçeya Deşta Ebas a Dêhloranê ku digel van sê girtiyan ji bo cîbicîkirina sizayê darvekirinê bo odeya takekesî hatibû veguhastin, 
lê bo cara pêncem bo girtîgehê hate vegerandin. Navbirî jî bi tohmeta kuştina bi qest bi îdamê hatibû sizadan.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, nûçeya darvekirina van sê girtiyan di medyayên hikûmetî û bi taybetî medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin