Jinkujî\xwekujî; Dersxwana keç a 17 salî piştî amadebûna hêzên Spaha Pasdaran li Pawê dest avêt bi xwekujiyê

19 October 2024 17:13

Hengaw; Şemî 19ê Cotmeha 2024an

Dunya Ferhadî, dersxwana 17 salî ya xelka Newsûdê, piştî revîn ji dibistana cihê xwendina xwe li Pawê û bi amadebûna hêzên Spaha Pasdaran, ji tirsa wan hêzan ve dest avêt bi xwekujiyê û canê xwe ji dest da.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 19ê Cotmeha 2024an, Dunya Ferhadî, dersxwana 17 salî, piştî vê ku ji dibistanê direve ber bi avahiyeke çol ve li nêzî dibistanê diçe û piştî amadebûn û lipeyketina hêzên Spaha Pasdaran, ji tirsan ve hewla xwekujiyê dide û canê xwe ji dest dide.

Hengaw hatiye agehdarkirin ku, Dunya Ferhadî ya dersxwan li dibistana “Um El-Mo`iminîn Ayişe” li Pawê, di van rojên borî de bi tekezî û hewlên birêvebera dibistanê ya bi navê Sûsen Ehmedî, diçe dibistanê.

Çavkaniya Hengawê piştrast kiriye ku, roja Şemî piştî vê ku Dunya direng diçe dibistanê, birîvebera dibistanê lêpêçînê jê dike ku di dawiyê de Dunya ji dibistanê direve û piştî revîna wê, birêvebera dibistanê pêwendiyê bi hêzên Spaha Pasdaran re digire û ji wan bo vegerandina Dunyayê daxwaza hevkariyê dike.

Pêka gotina şahidhalekê, Dunya Ferhadî piştî revîn ji dibistanê ber bi avahiya çol ya banka “Kişawerzî” ya Pawê ve diçe û piştî dîtina hêzên Spaha Pasdaran, xwe ji avahiyê re davêje xwarê û ji ber derbeya mêjî ya dijwar demûdest canê xwe ji dest dide.

Çavkaniya Hengawê piştrast kiriye ku, termê Dunya demjimêr 10ê sibêdehê bo nexweşxaneya Quds a Pawê hatiye veguhastin ku beriya birina termê navbirî bo nexweşxaneyê, keşa derdorê nexweşxaneyê ji aliyê hêzên parastinê ve bi tundî hatibû ewlekirin.

Şahidan ji Hengawê re ragihandine ku, hêzên Spaha Pasdaran piştî veguhastina termê Dunyayê bo nexweşxanê, bi çêkirina keşeke ewlehî ji termê Dunyayê fîlm jî hilgirtine.

Li gorî lêkolînên Hengawê, bav û dayîka Dunyayê ji hev cuda bûne û Dunya bi şêweyekî heftiyane li cem bav yan diya xwe jiyan dikir, û ew neçar mabû ku her roj ji bajarê Newsûdê biçe dibistana Pawê. Dunya ji ber pirsgirêkên malbatî xwe ji çûna bo dibistanê dûr digirt û ti hezek wê bi berdewamiya dibistanê re nebû.

Li Îranê zarokên telaqê bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin ku dikare wan ber bi krîzên derûnî û heta xwekuştinê ve bibe. Nebûna piştevaniyek baş a derûnî û civakî û keşa leşkerî ya dibistanan, ji bo van zarokan dibe sedem ku ew hest bi tenêtî, jixwedûrxistin û bêmal û haliyê bikin. Di gelek haletan de, ev zarokane bi gelek pirsgirêkên malbatî yên giran re rû bi rû dimînin, wekî nakokiyên malbatî, guherîna berdewam a keşa jiyanê û nebûna aramiya hestyarî.

Herwiha nebûna sîstemên piştevaniya hikûmetê û destpêregihîştina sînordar bi şêwirmendî û derûndermanî, dibe sedema zextên derûnî li ser van zarokan. Pêrenegihîştina baş bi van krîzan re, dikare bibe sedema zêdebûna metirsiyên xwekujiyê di nava vê koma ziyandîtî de.


Di vî warî de zêde bixwînin