Seqiz; Ebdulah Şerîfzade ji bo birêvebirina sizayê girtîgehê hate girtin

20 October 2024 19:13

Hengaw; Yekşemî 20ê Cotmeha 2024an

Ebdulah Şerîfzade yê welatiyê Kurd û yek ji endamên girûpa çiyagerî ya “Helo” li bajarê Seqizê, ji bo derbaskirina heyama deh meh sizayê girtîgeha bi ser de hatî sepandin hate girtin û bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 20ê Cotmeha 2024an, Ebdulah Şerîfzade yê temen 30 salî û xelkê bajarê Seqizê, piştî gazîkirin bo Taya Birêvebirina Sizayan a Dadgeha Şoreşê hate girtin û ji bo derbaskirina heyama 10 meh sizayê girtîgehê bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hate veguhastin.

Ebdulah Şerîfzade li meha Tebaxa îsal ji aliyê Taya 1 a Dadgeha Şoreş a Seqizê ve bi serokatiya dadwer Cewad Mistefayî û bi bê amadebûna navbirî bi tohmeta "propagendekirin li dijî hikûmetê bi qazanca Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê" ji rêya çalakîkirin di nav torên civakî de bi 10 meh girtîgehê hatibû sizadan.

Hengawê berê di raporekê de ragihandibû ku, daxwaza pêdaçûna sizayê navbirî ji aliyê Dadgeha Şoreş a Sinê ve hatiye redkirin û piştî sizayê hanê hêzên ewlehî çend caran êrîşî ser mal û cîhê karê wî kirine.

Hêjayî gotinê ye ku, Ebdulah Şerîfzade li Zivistana sala 2022an, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû girtin û piştî rojek ji binçavkirinê bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgehê hatibû berdan.


Di vî warî de zêde bixwînin