Girtin û nexuyabûna çarenivîsa Îdrîs Fethî yê welatiyê xelkê Seqizê

22 October 2024 10:20

Hengaw; Sêşemî 22ê Cotmeha 2024an

Îdrîs Fethî, welatiyê Kurd ê xelkê Seqizê, 6 roj berî niha ji aliyê navendên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye binçavkirin û çarenivîs û cihê ragirtina wî nediyar e.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, piştî derbasbûa şeş roj ji binçavkirina Îdrîs Fethî, welatiyê xelkê gundê "Kanê`imet" ê ser bi bajarê Seqizê, tevî lipeyketinên malbata navbirî, ti zanyariyeke serast ji qeder, cihê ragirtin û tohmetên ku li dijî navbirî hatinî sepandin li ber dest nîne.

Hengaw hatiye agehdarkirin ku, Îdrîs Fethî roja Çarşemî 16ê Cotmeha 2024an, li encama êrîşa hêzên îdareya Îtilaatê bo ser gundê "Bestam"ê li cihê karê wî û dema ku mijûlê geçkariyê bûye hatiye girtin û bo cihekî nexuya hatiye veguhastin.


Di vî warî de zêde bixwînin