Girtîgeha navendî ya Qurwe; Birêveçûna sizayê darvekirina Mehdî Çiraxî

22 October 2024 10:51

Hengaw; Sêşemî 22ê Cotmeha 2024an

Sizayê darvekirina Mehdî Çiraxî, girtiyê Kurd ê xelkê Qurwê ku berê bi tohmeta “kuştina bi qest” bi darvekirinê hatibû sizadan, li girtîgeha navendî ya Qurwê bi rê ve çû.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha Sêşemî 22ê Cotmeha 2024an, sizayê darvekirina Mehdî Çiraxî yê 34 salî ku roja borî ji bo birêvebirina sizayê darvekirinê bo odeya takekesî ya girtîgeha navendî ya Qurwê hatibû veguhastin, li vî girtîgehê hate cîbicîkirin.

Pêka gotina çavkaniyeke nêzî malbata Çiraxî, Mehdî Çiraxî 7 sal berî niha bi tohmeta kuştina bi zanebûn ya kesek 64 salî yê bi navê “Mehmûd Rizayî” hatibû girtin û piştre ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê bi darvekirinê hatibû sizadan. Navbirî ji 7 salên borî ve li girtîgeha navendî ya Sinê binçavkirî bû û du hefte berî niha bo girtîgeha navendî ya Qurwê hatibû veguhastin.

Hêjayî gotinê ye ku, Mehdî Çiraxî 22ê Tîrmehê jî, ji bo birêveçûna sizayê darvekirinê bo odeya takekesî ya girtîgeha navendî ya Sinê hatibû veguhastin ku bo wergirtina derfeta sê mehe bo beşa giştî ya girtîgehê hatibû veguhastin. 

Nûçeya darvekirina vî girtiyê Kurd heta dema belavbûna vê nûçeyê, li medyayên hikûmetî û nemaze medyayên ser bi Dezgeha Dadwerî nehatiye belavkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin