Girtîgeha Êvînê; Pênc girtiyên siyasî yên jin bi giştî bi 27 meh girtîgehê hatine sizadan

22 October 2024 14:41

Hengaw; Sêşemî 22ê Cotmeha 2024an

Pexşan Ezîzî, Wurîşe Muradî, Nergis Mihemedî, Mehbûbe Rizayî û Perîweş Muslimî, pênc girtiyên siyasî li girtîgeha Êvînê li dosyeyekê ku bi sedema nerazîbûna girtiyên jin ên vê girtîgehê li hember cîbicîkirina sizayê darvekirina Riza Resayî hatibû vekirin, bi giştî 27 meh û rojek sizayê girtîgehê bi ser wan de hate sepandin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di vê dawiyê de Pexşan Ezîzî, Wirîşe Muradî, Nergis Mihemedî, Mehbûbe Rizayî û Perîweş Muslimî, pênc girtiyên siyasî li girtîgeha Êvînê ji aliyê Dadgeha Keyferî ya Quds a Tehranê ve bi serokatiya dadwer Ebûlfezl Amîrî Şehrabî di dosyeyeke hevpar de bi tohmeta "pevçûn û guhnedan bi hêzên hikûmetê" bi 27 meh û rojek girtîgehê hatine sizadan û ev sizaye roja Şemî 18ê Cotmehê ji wan re hatiye ragihandin.

Li gorî vê sizayê, Pexşan Ezîzî ya girtiya siyasî ya bi îdamê hatî sizadan, Wirîşe Muradî girtiya siyasî ya bi Bexî hatî tohmetbarkirin, Nergis Mihemedî û Mehbûbe Rizayî her yek bi şeş meh girtîgehê û Perîweş Muslimî jî bi sê meh û rojek girtîgehê û bi giştî 27 meh û rojek sizayê girtîgehê bi ser wan de hatiye sepandin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, Perîweş Muslimî bi tohmeta "têkdana aramî û asayişa girtîgehê" û girtiyên dinê bi tohmeta "jinavbirina mal û milkan" bêtawan derçûn û di heyama rûniştina dadgehê de Perîweş Muslimî amde bibû, lê girtiyên dinê li dadahehê amade nebûne.

Hêjayî gotinê ye ku, ev dosyeye li 6ê Tebaxê piştî nerazîbûna hejmarek ji girtiyên jin ên li girtîgeha Êvînê li hember darvekirina Riza Resayî, ji girtiyê tevgera “Jin Jiyan Azadî” hatibû vekirin ku bû sedema pevçûnê digel hêzên girtîgehê jî û ji aliyê komîteya dîsîplînê ya vê girtîgehê ve ji mafê pêwendiya telefonî û hevdîtin bi malbatên xwe re ji bo heyamekê hatibûne bêparkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin