Dêwulan; Çiyako Rewşenî, bilagerê Kurd bi danîna barimteyê hate berdan

22 October 2024 22:01

Hengaw; Sêşemî 22ê Cotmeha 2024an

Çiyako Rewşenî, bilagerê girtî yê xelkê bajarê Dêwulanê, piştî derbasbûna zêdetir ji du hefteyan di dawiyê de bi danîna barimteyê bi awayekî demkî ji girtîgehê hate berdan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 21ê Cotmeha 2024an, Çiyako Rewşenî yê bilagerê temen 25 salî û xelkê Dêwulanê piştî 15 roj ji binçavkirinê bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgehê hate azadkirin.

Pêka gotina çavkaniyeke nêzî malbata Çiyako Rewşenî, ev girtiyê Kurd bi "hevkarîkirin bi partiyên Kurdistanî re" hatiye tohmetbarkirin.

Hêjayê gotinê ye ku, Çiyako Rewşenî, berê jî çendîn caran bo îdareya Îtilaatê hatibû gazîkirin û rastî lêpêçînê hatibû.

Çiyako Rewşenî roja Yekşemî 6ê Cotmeha 2024an, dema ji bajarê Sinê vedigeriya bo bajarê Dêwulanê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hatibû girtin.


Di vî warî de zêde bixwînin