Birêveçûna sizayê darvekirina 7 girtiyan li Kerecê

23 October 2024 15:18

Hengaw; Çarşemî 23ê Cotmeha 2024an 
 
Herî kêm 7 girtî ji wan hevwelatiyekî Efxanî ku berê bi tohmetên wekî pêwendîdar bi "madên hişber" û "gendelî li ser erdê (ifsad fî el_erz"  bi rêya berhemanîn û belavkirina vexwarinên elkolî yên jehrî, bi darvekirinê hatibûne sizadan, li girtîgeha Qizilhesar a Keracê û girtîgeha navendî ya Kerecê hatine darvekirin. 
 
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha Çarşemî 23ê Cotmeha 2024an, sizayê darvekirina du girtiyên bi navên Mihemed Kûşkî yê 25 salî ji bajarê Kuyeştê û Babaxan Ceiferî yê 65 salî û xelkê Nûravaya parêzgeha Loristanê li girtîgeha Qizilhesar a bajarê Kerecê hate birêveçûn. Hevdem sizayê darvekirina hevwelatiyekî Efxanî ku nasnameya wî di halê lêkolînê de ye hate cîbicîkirin. 
 
Ev sê girtiyane berê di dosyeyên cuda de bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber hatibûne binçavkirin û bi darvekirinê hatibûne sizadan û roja Duşemî Hengawê ragihandibû ku bo cîbicîkirina sizayê darvekirinê bo odeya takekesî hatine veguhestin. 
 
Ji aliyek dinê ve û hevdem, sizayê darvekirina 4 girtiyên ku berê bi tohmeta gendelî li ser erdê bi rêya “berhemanîn û belavkirina vexwarinên elkolî yên jehrî li Kerecê” hatibûne girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ve bi darvekirinê hatibûne sizadan, li girtîgeha navendî ya Kerecê ku ji wê wek "Nidametgahê Merkeziyê Kerec" tê binavkirin, hate birêveçûn. 


Nûçegihaniya Mîzan, malpera fermî ya Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê, bêyî îşarekirin bi nasnameya van girtiyane û bi weşandina vê nûçeyê nivîsiye, belavkirina vexwarinên elkolî yên jehrî ji aliyê van kesane ve bûye sedema mirina 17 kesan û jehrîbûna 191 kes.
 
Herwiha di raporê de hatiye îşarkirin ku di vê dosyayê de 7 kesên dinê jî, bi 29 sal girtîgehê hatine sizadan.


Di vî warî de zêde bixwînin