Merîwan; Adil Pîrozî yê girtiyê siyasî yê berê bi girtîgehê hate sizadan

23 October 2024 20:34

Hengaw; Çarşemî 23ê Cotmeha 2024an

Adil Pîrozî yê girtiyê siyasî yê berê yê xelkê Merîwanê ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi salek girtîgehê hate sizadan. Navbirî sala borî nêzî du mehan di girtîgehê de bû.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Adil Pîrozî yê temen 29 salî û xelkê gundê "Serdoş" ê ser bi Merîwanê, ji aliyê Dadgeha Şoreş a vî bajarî ve bi tohmeta “hevkarîkirin digel Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê” salek girtîgeh bi ser de hate sepandin.

Hengawê sala borî di raporekê de nivîsîbû ku Adil Pîrozî, di heyama girtinê de ji mafê hevdîtin û pêwendiya telefonî û destpêregihîştin bi parêzer jî hatibû bêparkirin.

Girtina demdirêj a vî girtiyê siyasî yê berê di halekê de bû ku bavê wî xwedî pêdawîstiyên taybet bû û dayîka wî jî şiyana hereketa xwe ya berê ji dest dabû.

Navbirî roja Duşemî 20ê Mijdara 2023an, piştî gazîkirin bo îdareya Îtilaatê li Merîwanê hatibû binçavkirin û roja 15ê Çileya 2024an, bi danîna barimteyê bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgeha navendî ya vî bajarî hatibû berdan.

Adil Pîrozî di Payîza sala 2018an de jî, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû girtin û piştre bi tohmeta hevkarîkirin digel Partiya Demokrat ji aliyê Dadgeha Şoreş a Merîwanê ve bi 2 sal girtîgehê hatibû sizadan.

Ev welatiyê Kurd, Payîza sala 2019an, ji bo cîbicîkirina sizayê girtîgehê hatibû girtin û piştî derbaskirina şeş meh ji sizayê xwe yê du salan, roja 25ê Adara 2020an bi awayekî mercar ji girtîgeha navendî ya Merîwanê hatibû berdan.


Di vî warî de zêde bixwînin