Eşkerabûna nasnameya du girtiyên ku li meydaneke bajarê Xumeynê bi bê agehdarkirina malbatên wan li ber çavên xelkê hatibûne darvekirin

03 October 2024 15:17

Hengaw; Pêncşemî 3ê Cotmeha 2024an

Pêka hûrgilyên nû ji cîbicîkirina sizayê darvekirina du girtiyên Lor li meydaneke bajarê Xumeyn ê ser bi parêzgeha Merkezî ku gihaye destê Hengawê, sizayê darvekirina wan bi bê aghedarkirina malbatên wan hatiye cîbicîkirin û nasnameya wan bi Riza Reşno Sadiqî û Hacî Kebûdwend hatiye eşkerekirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, nasnameya van du girtiyên ku sibêdeha roja Duşemî 30ê Îlona 2024an, li ber çavên xelkê hatibûne îdamkirin, bi Riza Reşno Sadiqî yê 37 salî û xelkê Endîmişk ê girêdayî parêzgeha Xûzistanê û bavê sê zarokan û Hacî Kebûdwend ê bavê pênc zarokan û xelkê Birûcerd ê ser bi parêzgeha Loristanê hatiye eşkerekirin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, berî birêveçûna sizayê darvekirina Riza Reşno Sadiqî, sizayê 800 derbên qamçiyên navbirî hatibû cîbicîkirin.

Hêjayî gotinê ye ku, sizayê darvekirina van du girtiyan bi bê agehdarkirina malbat û bi bê dawî hevdîtin digel kesûkarên wan hatiye cîbicîkirin û piştî cîbicîkirina sizayê wan, pêwnedî bi malbatên wan re hatiye girtin û ji wan re hatiye ragihandin ku ji bo wergirtina termê kurên xwe seradna girtîgehê bikin.

Ev du girtiyane li 31ê Çileya 2021an digel çar welatiyên din li parêzgehên Xûzistan, Loristan û Merkezî hatibûne girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi tohmeta "beşdarîkirin li miharibe ji rêya teqekirin û têkdana ewlehiya rêyan" û kuştina polîsekî bi navê “Murteza Beratî” bi îdama li ber çavên xelkê hatibûne sizadan.


Di vî warî de zêde bixwînin