Du welatiyên Kurd li Bokanê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin
Hengaw; Pênşemî 24ê Cotmeha 2024an
Aliyê kêm du welatiyên Kurd ên bi navên Akam Emînî û Mîlad Nasirî ji aliyê hêzên îdareya Îtilaata Komara Îslamî ya Îranê ve li gundê "Kanî Reş" ê girêdayî bajarê Bokanê hatine girtin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 23ê Cotmeha 2024an, hêzên îdareya Îtilaatê bi êrîşkirin bo ser gundê "Kanî Reş" ê ser bi bajarê Bokanê du ciwan ên bi navê Akam Emînî û Mîlad Nasirî bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî binçav kirine.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî bi awayekî hovane ev du ciwanane binçav kirine û piştre bo cihekî nexuya veguastine.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast derbarê sedemên girtin û tohmetên li dijî wan hatinî sepandin, qeder û cihê ragirtina van du welatiyên Kurd li ber dest nîne û lipeyketinên malbata wan di vê derbarê de bê encam maye.