Sine; Girtin û nexuyabûna çarenivîsa Harûn Selîmî
Hengaw; Pênşemî 24ê Cotmeha 2024an
Welatiyekî Kurd ê bi navê Harûn Selîmî yê xelkê Sinê sê roj berî niha ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin û heya niha ti zanyariyek derheq qedera wî li ber dest nîne.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 21ê Cotmeha 2024an, Harûn Selîmî yê temen 33 salî û xelkê gundê "Şiyan" ê ser bi bajarê Sinê, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaata vî bajarî ve hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên îdareya Îtilaatê ev welatiyê Kurd li şeqameke bajarê Sinê bi bê nîşandana her cure belgeyeke yasayî binçav kirine.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast derbarê sedemên girtin û tohmetên li dijî navbirî hatinî sepandin, qeder û cihê ragirtina vî welatiyê Kurd li ber dest nîne û lipeyketinên malbata wî di vê derbarê de bê encam maye.