Birêveçûna sizayê darvekirina du girtiyên xelkê Efxanistanê li girtîgeha navendî ya Qumê

24 October 2024 14:59

Hengaw; Pêncşemî 24ê Cotmeha 2024an

Sizayê darvekirina du girtiyên xelkê Efxanistanê yên bi navên Eyûb Senger û Ebdulreqîb Malikî ku berî niha bi tohmeta "kuştina bi qest" bi îdamê hatibûne sizadan, li girtîgeha navendî ya Qumê hate birêveçûn. 

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Sêşemî 22ê Cotmeha 2024an, sizayê darvekirina Eyûb Senger û Ebdulreqîb Malikî yê temen 26 salî li girtîgeha navendî ya Qumê hate cîbicîkirin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, Eyûb Senger 4 sal berî niha bi tohmeta kuştina bi zanebûnê û Ebdulreqîb Malikî jî bi heman tohmetê hatibûne girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibûne sizadan.

Heta dema belavbûna vê raporê, nûçeya darvekirina van du girtiyan li medyayên hikûmetî û nemaze medyayên Dezgeha Dadwerî nehatiye belavkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin