Serdeşt; Kolberek bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî hate kuştin
Hengaw; Înê 25ê Cotmeha 2024an
Kolberekî xelkê bajarê Mehabadê yê bi navê Îbrahîm Ehmednijad di dema kolberiyê de li bilindahiyên sînorê bajarê Serdeştê yê ser bi parêzgeha Urmiyê bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên Komara Îsalmî ya Îranê hate kuştin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, demjimêrên destpêkî yên sibêdeha roja Înê 25ê Cotmeha 2024an, hêzên leşkerî li ser sînorê Serdeştê komek kolber dane ber gulleyan û kolberekî Kurd ê bi navê Îbrahîm Ehmednijad demûdest canê xwe ji dest da.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev kolbere bi bê agehdarkirina berê û bi çeka kilaşînkofê ji aliyê zigê xwe ve bûye armanca gulleyên hêzên leşkerî.
Termê Îbrahîm Ehmednijad bo pizîşkiya yasayî ya bajarê Serdeştê hatiye veguhastin û heta belavbûna vê nûçeyê, termê navbirî radestî malabata wî nehatiye kirin.