Rapora Hengawê ji kuştina 10 çekdar ji hêzên Întizamî li Sîstan û Belûçistanê

26 October 2024 17:35

Hengaw; Şemî 26ê Cotmeha 2024an

Li meşa êrîşa kesên çekdar ên nenaskirî bo ser du trombêlên hêzên Întizamî li bajarê Teftan ê ser bi parêzegah Sîstan û Belûçistanê, aliyê kêm 10 kes ji hêzên leşkerî yên Komara Îsalmî ya Îranê hatine kuştin. Saziya “Cêş El-edl”ê ev êrîşa kêşaye stûyê xwe.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, nîveroya roja Şemî 26ê Cotmeha 2024an, du trombêlên leşkerî yên hilgirê hêzên Întizamî yên Komara Îslamî ya Îranê li navçeya Gewherkoh a bajarê Teftanê rastî êrîşekê hatin û aliyê kêm 6 kadro û 4 serbazên Întizamî di van du trombêlan de hatine kuştin û çendîn kesên dinê jî hatine birîndarkirin.

Çend demjimêr piştî vê êrîşê, kanala Telegramî ya Szaiya “Cêş El-edl”ê bi weşana nûçeyeke kurt, berpirsayetiya vê êrîşê kêşa stûyê xwe û daye zanîn ku dê bi van nêzîkatiyan zanyariyên tevaw belav bikin.

Medyayên hikûmetî nasnameya 10 leşkeriyên ku di vê pevçûnê de hatine kuştin bi “Elîriza Elî Zade ji Şîrazê, Mehdî Perîşanî ji Xumeynşehrê, Salih Nûrbexş Hebîbabadî ji Îsfehanê, Pûya Salihî Yelmê Elî Abadî ji Mobarekê, Îman Derwîşî ji Kelalê, Elîriza Aqacanî Emîrhend ji Lahîcanê, Mehdî Xemoşî ji Meşhedê, Nê`imetulah Nûrî ji Babolê, Hadî Zari`i Baxbendî ji Yezdê, Pûya Rehmet Teleb Ziyaberî ji Reştê” dane zanîn.


Di vî warî de zêde bixwînin