Zêdebûna zextên navendên ewlehiyê bo ser malbata Armîta Girawend; Salek piştî kuştina hikûmetî ya navbirî
Hengaw; Yekşemî 27ê Cotmeha 2024an
Pêka rapora çavkaniyên bawepêkirî yên Hengawê, saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê hevdem digel yekemîn salvegera kuştina hikûmetî ya Armîta Girawend, zext û gifaşên zêde xistine ser malbata vê nûciwanê.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, saziyên ewlehî di van rojên dawî de gifaş xistine ser malbata Armîta û belavkirina her cure mijarekê derbarê Armîtayê di torên civakî de ji wan re qedexe kirine. Heta saziyên ewlehî rê nedane ku malbata Armîta storiyekê ji tace gula ku ji bo ser gora wê hatibû amadekirin, belav bikin.
Xizmeke malbata Armîtayê ji Hengawê re gotiye; “Ji çend roj berî niha ve, mala malbatî ya Armîta li bajarê Tehranê di bin çavdêriya tund a hêzên ewlehî de ye û her cure çûn û hatinek bo mala wan hatiye kontrolkirin. Van saziyane hişdarî dane malbatê ku rêûresma salvegera Armîtayê nabe ne li mal û ne jî li ser gora wê were lidarxistin."
Vê çavkaniyê ji ber sedemên ewlehiyê nexwest navê vê were eşkerekirin, herwiha daye zanîn: "Ji sibêdeha roja Şemî 5ê Cotmehê ve, hêzên ewlehî li derdora gora Armîta bi cih bûne da ku di salvegera kuştina wê de rê li her cure kombûnekê bigrin.”
Armîta Girawend jidayîkbûya 2ê Nîsana 2006an li Kirmaşanê, li 1ê Cotmeha 2023an ji aliyê hêzên hikûmtê ve ji ber ku yasaya "hicaba bi zorê" bi cih neanîbû rastî lêdanê hat û di metroya Tehranê de ji hişê xwe çû. Navbirî di nexweşxaneya Fecr ya girêdayî bi zanîngeha zansitên pizîşkî ya leşkerî, hatibû razandin û ketibû komayê. Piştî 28 rojan li 28ê Cotmeha 2023an canê xwe ji dest da.