Girtîgeha Urmiyê; Nayîb Eskerî, girtiyê siyasî yê Kurd bi 15 sal girtîgehê hate sizadan
Hengaw; Yekşemî 27ê Cotmeha 2024an
Nayîb Eskerî, girtiyê siyasî yê Kurd û xelkê bajarê Urmiyê ku berê ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan, piştî hilweşîna sizayê darvekirina wî û veguhastina dosyeya wî bo taya hevast, bi 15 sal girtîgehê û dana perê nexdî hate sizadan.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, vê dawiyê Nayîb Eskerî, girtiyê siyasî yê Kurd yê 48 salî ku sê sal berî niha hatibû girtin û bi darvekirinê hatibû sizadan, piştî hilweşîna sizayê darvekirina wî û veguhastina dosyeya wî bo taya hevast, ji aliyê Taya Duyem a Dadgeha Şoreş a Urmiyê ve, 15 sal girtîgeh û valakirina perê nexdî ji ber ziyangihandin bi mal û milkê hikûmetî bi ser de hate sepandin.
Ev girtiyê siyasî, berê ji aliyê heman taya Dadgeha Şoreş a Urmiyê ve bi şêweyê amadenebûn û bi tohmeta “miharibe” ji rêya endametî li Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi darvekirinê hatibû sizadan ku ev sizaye, roja Şemî 15ê Nîsana 2023an, bi awayekî fermî ji parêzerê wî re hatibû ragihandin. Navbirî Cotmeha heman salê carek din û piştî guherîna tohmetên wî ji “miharibe” bi “bexî”, ji aliyê Taya Duyem a Dadgeha Şoreş a Urmiyê ve bi tohmeta “bexî” bi darvekirinê hate sizadan.
Nayîb Eskerî berê endamê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bûye ku piştî veqetîn ji vê partiyê û wergirtina nameya parastinê ji Spaha Pasdaran, roja Çarşemî 24ê Adara 2021an, xwe radestî Îtilaata Spahê li Urmiyê kiribû û hatibû girtin. Navbirî pênc roj beriya wê demê û di 19ê Adara 2021an de, bi malbata xwe re ji Herêma Kurdistanê vegeriyabû Îranê.
Hengawê berê di vê derbarê de nivîsîbû: Spaha Pasdaran nameya parastinê bi nivîskî bi malbata Eskerî re nedaye û bi awayî devkî û ji rêya keseke nêzî Eskerî ve hewla vê karê hatiye danê û heta li dema hatina wan bo wargehê xwe, Spaha Pasdaran agehdar bûye; Lê niha Spahê daye zanîn ku me bi wan re nameya parastinê nedaye.
Nayîb Eskerî piştî sê meh binçavkirin li odeya takekesî ya girtîgeha Îtilaata Spahê li Urmiyê û di demekê de ku bi tundî rastî îşkence û azarên giran hatibû, bo girtîgeha navendî ya Urmiyê hate veguhastin û ji wê demê ve heta niha bi bê mafê mirexesiyê li vê girtîgehê binçavkirî ye.
Hêjayî gotinê ye ku, ev girtiyê siyasî tûşî nexweşiya kevirê gurçikê û nerehetiya mîdeyê hatibû û sala borî 4 rojan li derveyî girtîgehê hatibû razandin û ji ber kevirê gurçikê dihate dermankirin. Lê ji ber neguncawiya ava vexwarinê ya li girtîgehê pirsgirêka gurçikên wî dubare bûye.
Hevjîna Nayîb Eskerî di dema girtina wî de ducanî bûye, lê rewşa taybet a malbatî û nexweşiya wê nehate berçavgirtin û berdewam ji mafê xwe bêpar mabû, ji ber vê yekê jî, navbirî sê sal berî niha li girtîgeha navendî ya Urmiyê bi nîşaneya nerazîbûnê dest avêtibû bi gireva birçîbûnê.