Girtîgeha navendî ya Urmiyê; Hemîd Husênnijad Heyderanlû yê girtiyê siyasî yê Kurd bi darvekirinê hate sizadan

03 October 2024 16:00

Hengaw; Pêncşemî 3ê Cotmeha 2024an

Hemîd Husênnijad Heyderanlû, girtiyê siyasî yê Kurd û binçavkirî li girtîgeha navendî ya Urmiyê ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi tohmeta “bexî” bi darvekirinê hate sizadan. Navbirî salek û nîv ji girtîgeha bi ser de hatî sepandin derbas kiriye.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, li destpêka Tîrmeha îsal, Hemdî Husênnizad Heyderanlû yê girtiyê siyasî yê Kurd û xelkê gundê “Segrîk” ê ser bi Çaldiranê ji aliyê Taya 1 a Dadgeha Şoreş a Urmiyê ve bi serokatiya dadwer “Necefzade” bi tohmeta “bexî” ji rêya endametî di Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de bi bê hebûna belgeyên pêwîst û tenê bi “zanista dadgehê” di yek ji dadgehên çend xulekî de bi darvekirinê hate sizadan.
Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, dosyeya “Hemîd Husênnijad Heyderanlû” ji ber nerazîbûna vî girtiyê siyasî bo Dîwana Bilind a Komara Îslamî ya Îranê hatiye şandin. Hêjayî gotinê ye ku ev girtiyê siyasî yê Kurd di heyama binçavkirinê de û heta li birêveçûna kombûna dadgehê jî, ji mafê destpêregihîştin bi parêzerê diyarîkirî hatibû bêparkirin. 

Hemîd Husênnijad Heyderanlû 540 rojên ku di girtîgehê de derbas kiriye, 11 meh û 10 roj ji vê heyamê di bin zextên derûnî û fizîkî de bûye û ji mafên xwe yên bingehîn yên wekî serdankirina malbatê bê par bûye û tenê du caran pêwendiya telefonî hebûye.

Navbirî di bin îşkenceyên giran de neçar mabû ku li dijî xwe îtirafê bike ku beşdariya çalakane ya çekdarî li dijî hêzên hêzên sînor ên Komara Îslamî ya Îranê bûye û herî kêm 8 kes ji van hêzan kuştine.

Dadgehê di bin givaşa îdareya Îtilaatê de îdia kiriye ku “Mistefa Nûrî” birayê hevjîna Hemîd Husênnijad Heyderanlû sala 2015an di dema kolberiyê de bi teqeya hêzên hikûmetî hatiye kuştin, û navbirî jî bi hênceta “tolhildanê” li dijî hêzên Komara Îslamî ya Îranê operasiyon encam daye.

Hemîd Husênnijad Heyderanlû roja Pêncşemî 13ê Nîsana 2023an, li ser sînorê Çaldiranê ji aliyê hêzên sînorî yên hikûmetê ve digel çend Efxaniyan hatibû girtin û bo yek ji girtîgehên ewlehî li Çaldiranê hatibû veguhastin. Ji wir jî bi sedema biryara girtinê ji aliyê Wezareta Îtilaatê ve daxwaza berdana wî bi barimteyê hatibû redkirin û bo girtîgeha îdareya Îtilaatê li bajarê Urmiyê hatibû veguhestin.

Ev welatiyê Kurd di dawiyê de li navîn meha Şibata 2024an, ji girtîgeha îdareya Îtilaatê li Urmiyê bo benda 2 a girtîgeha navendî ya vî bajarî hate veguhastin û heta niha di vê bendê de ye.


Di vî warî de zêde bixwînin