Bokan; Melîhe Ebdulqadirî bi 10 meh girtîgehê hate sizadan
Hengaw; Duşemî 28ê Cotmeha 2024an
Melîhe Ebdulqadirî, welatiya Kurd û xelka Bokanê ku mehaTebaxa îsal hatibû binçavkirin, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve sizayê 10 meh girtîgeh bi ser de hate sepandin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di vê dawiyê de Zehra Melîhe Ebdulqadirî, welatiya xelka Bokanê ji aliyê Taya 101 a Dadgeha Keyferî ya Du ya Bokanê ve bi tohmeta "propagendekirin li dijî hikûmetê" sizayê 10 meh girtîgeh bi ser de hate sepandin û ev sizaye meha Cotmeha îsal bi fermî ji navbirî re hate ragihandin.
Hêjayî gotinê ye ku, Melîhe Ebdulqadirî roja Çarşemî 31ê Tîrmeha 2024an, piştî gazîkirin bo îdareya Îtilaata Bokanê hatibû girin û bo girtîgeha vê saziya ewlehî li Urmiyê hatibû veguhastin, navbirî piştî çend roj ji binçavkirinê bi danîna barimteyê û bi awayekî demkî heta dawî qoaxên dadgehê hatibû berdan.