Merîwan; Girtin û nexuyabûna çarenivîsa Elî Rûhî
Hengaw; Duşemî 28ê Cotmeha 2024an
Welatiyekî Kurd ê bi navê “Elî Rûhî” (Pişko) ji endamê berê yê Komîteya Gundî ya Encumena Kesk a Çiyaya Merîwanê piştî wê ku bo Îtilaata Spahê li vî bajarî hatiye gazîkirin, li wir hatiye girtin û bo cihekî nexuya hatiye veguhastin û heta niha ji çarenivîsa wî ti zanyariyek ber dest nîne.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 26ê Cotmeha 2024an, Elî Rûhî (Pişko) yê 32 salî û xelkê gundê “Esrava” yê ser bi Merîwanê û ji endamê berê yê Komîteya Gundî ya Encumena Kesk a Çiyaya Merîwanê, piştî wê ku bo Îtilaata Spahê li vî bajarî hatiye gazîkirin, li wir hatiye girtin û bo cihekî nexuya hatiye veguhastin
Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, Îtilaata Spaha Pasdaran pêwendî bi Elî Rûhî re girtiye û huşdar daye wî ku bi zûtirîn dem serdana vê saziya ewlehî bike, nexwe dê bi awayekî tundûtîjî wî binçav bikin.
Hêjayî gotinê ye ku, tevî derbasbûna sê roj ji binçavkirina vî welatiyê Kurd, lipeyketinên malbata navbirî ji bo agehdarbûn ji çarenivîsa wî heta niha bê encam maye.
Heta dema belavbûna wê nûçeyê, zanyariyek serast ji sedemên girtin, tohmetên li dijî navbirî hatinî sepandin, cihê ragirtin û çarenivîsa vî welatiyê Kurd li ber dest nîne.