Sizayê darvekirina Cemşîd Şarmehd ê hevwelatiyê Îranî_Almanî bi awayekî nihênî hate cîbicîkirin
Hengaw; Sêşemî 29ê Cotmeha 2024an
Li gorî ragihandina fermî ya Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê, sizayê darvekirina Cemşîd Şarmehd, hevwelatiyê dualî yê Îranî-Almanî ku mafê îqameta hertimî li Amerîkayê hebû, hate cîbicîkirin. Navbirî di çar salên borî de, ji sereketirîn mafên tohmetbarekê hatibû bêparkirin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Yekşemî 27ê Cotmeha 2024an, sizayê darvekirina Cemşîd Şarmehd ê girtiyê 69 salî piştî derbaskirina 4 sal girtîgehê bi awayekî nihênî hate birêveçûn. Medyayên ser bi hikûmetê ti zanyariyek serast ji cihê birêveçûna sizayê darvekirina navbirî belav nekiriye.
Ev girtiyê siyasî yê dualî yê hevwelatiyê Almanî-Îranê bû ku di qada navneteweyî de wek yek ji dîlên dualî yê Komara Îslamî ya Îranê dihate naskirin.
Hengaw vê kuştina hikûmetî ya piştî revandin û dosyesazî û nerohnbûna Komara Îslamî derheq dosyeya Cemşîd Şarmehd bi tundî şermezar dike û daxwaz ji civaka navdewletî, bi taybetî hikûmeta Almaniyayê dike ku, Komara Îslamî le hember vê barimteya girtinê ku derencama heymeke dirêj a odeya takekesî û dosyesaiya tund heûye, berpirsyardar bike.
Malpera nûçeyan a “Mîzan” a ser bi Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê, tevî ragihandina vê nûçeyê, îdia kiriye ku Cemşîd Şermehd “di bin parastin û piştevaniya alozî ya dezgehên Îtilaata” Ewropa û Amerîkayê de bûye.
Cemşîd Şermehd berê niha ji aliyê Dadgeha Şoreş a Tehranê ve bi serokatiya Ebulqasim Selewatî, naskirî bi Dadwerê Mirinê, bi tometên weke “ifsad fi erz, plandana û birêvebirina kiryarên terorîstî û teqînan” bi darvekirinê hatibû sizadan.
Bi berçavgirtina tohmetbarkirina Cemşîd Şermehd bi “pêwendiya digel Îsraîlê re” di dema borî de û cîbicîkirina sizayê darvekirina navbirî du roj piştî êrîşa tolhildana Îsraîlê bo ser navendên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê, tê gotin ku bi egereke zêde ev bûye qurbaniya vê aloziyê.
Bêriya nija Xezale Şarmehd, keça Cemşîd Şermehd ragihandibû ku, “parêzerê sepiyayî gotiye, dosyaya bavê te 15 rûpel e, ez li dadgehê ji bilî rûniştin li cem bavê te û bêdengbûnê nikarim tiştekî din bikim”.
Navbirî herwiha daye zanîn: "Me parêzerê xwe da nasîn, lê dadwerê dadgehê bi hefteyan ew ji derbasgeha dadgehê direng xist û rê nedida ku biçe odeya xwe."
Cemşîd Şermehd di navîna Havîna 2020an de, di dema rêwîngiya bo Îmarata Yekbûyî ya Erebî ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatibû revandin û bo Îranê hatibû veguhastin