Sizayê nemirovane yê birîna tiliyên du birayên girtî li girtîgeha navendî ya Urmiyê hate cîbicîkirin

29 October 2024 18:35

Hengaw; Sêşemî 29ê Cotmeha 2024an

Sizayê nemirovane yê birîna 4 tiliyên destê rastê yên du birayên girtî yên xelkê bajarê Serpêla Zehawê û rûniştiyên bajarê Kerecê yên bi navên Mêhrdad Teymûrî û Şehab Teymûrî li girtîgeha navendî ya Urmiyê hate cîbicîkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 29ê Cotmeha 2024an, sizayê nemirovane yê birîna tiliyên Mêhrdad Teymûrî yê temen 34 salî û Şehab Teymûrî yê 40 salî, du birayên Kurd û xelkê Serpêla Zehawê li Birêvebirina Sizayan a girtîgeha navendî ya Urmiyê hate cîbicîkirin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev du birayên girtî piştî birîna çar tiliyên destê wan ên rastê, bo beşa wergirtina girtiyên nexweşxaneya Xumeynî ya Urmiyê hatine veguhastin.  

Herwiha Mêhrdad Teymûrî û Şehab Teymûrî piştî cîbicîkirina siza û veguhastin bo nexweşxaneyê heya niha ji mafê hevdîtin û pêwendîgirtinê hatine bêparkirin.

Bi cîbicîkirina sizayê birîna tiliyên van du girtiyan li bin bandor û zextên Husên Mecîdî, dadistanê Urmiyê û herwiha Xanzade, berpirsê girtîgeha navendî ya Urmiyê hatiye encamdan.

Ji aliyek dinê ve, tê gotin ku dezgeha giyotînê bo girtîgeha navendî ya Urmiyê hatiye veguhastin û metirsiya cidî ya cîbicîkirina sizayê 5 girtiyên din ên bi navên Hadî Rostemî, Mehdî Şerfiyan, Mehdî Şahîwend, Kesra Keremî û Murteza Îsmaîliyan heye.

Ev du welatiyane digel hevwelatiyekî din ê bi navê Îrec Xetîbî, roja Pêncşemî 6ê Kanûna 2018an, bi tohmeta diziyê li bajarê Melard a Kerecê hatibûne binçavkirin û her sê kes jî roja Çarşemî 24ê Tîrmeha 2019an, ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Keyferî ya 1 a Taybet bi zarok û nûciwanên Urmiyê bi tohmeta diziyê bi birîna tiliyên destê rastê hatibûne sizadan.

Di meha Nîsana 2020an de, Taya 24 a Dîwana Bilind sizayê birîna tiliyên rastê yên Mêhrdad Teymûrî û Şehab Teymûrî wekî xwe pesend kiribû û sizayê Îrec Xetîbî bi sizayê giran nehate diyarîkirin û sizayê navbirî hate hilweşandin.


Di vî warî de zêde bixwînin