Birêveçûna sizayê darvekirina girtiyekî Kurd li Kerecê
Hengaw; Sêşemî 29ê Cotmeha 2024an
Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd û xelkê Kirmaşanê yê bi navê “Mirwetelî Keremî” ku berê niha bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber bi darvekirinê hatibûne sizadan, li girtîgeha navendî ya Kerecê hate bireveçûn.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Sêşemî 29ê Cotmeha 2024an, sizayê darvekirina girtiyekî bi navê Mirwetelî Keremî yê xelkê navçeya "Balawend" a Kirmaşanê li girtîgeha navendî ya Kerecê ku medyayên hikûmetî ji wê wek "Nidametgahê Merkeziyê Kerecê" bi nav dikin, hate cîbicîkirin.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, Mirwetelî Keremî 4 sal berî niha bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber hatibûne girtin û bi darvekirinê hatibûne sizadan.
Nûçeya bidarvekirina vî girtiyê Kurd heta dema belavbûna vê nûçeyê, li medyayên hikûmetî û nemaze medyayên Dezgeha Dadwerî nehatiye belavkirin.