Sine; Raporek derheq girtina Keywan Mihemedî ji endamê malbatên dadxwaz ji aliyê hêzên ewlehî ve
Hengaw; Çarşemî 30ê Cotmeha 2024an
Keywan Mihemedî, welatiyê Kurd û xelkê Sinê û birayê Kiyûmers Mihemedî, ciwanê ku 17 sal berî niha bi tohmetên ewlehî hatibû darvekririn; ji mehek beriya niha ve ji aliyê hêzên îdareya Îtilaata Sinê ve li vî bajarî hatibû girtin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 1ê Cotmeha 2024an, Keywan Mihemedî yê temen 38 salî û xelkê gundê "Şiyan" ê girêdayî bajarê Sinê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve li Sinê hatiye girtin.
Binçavkirina vî welatiyê Kurd hevdem digel êrîşa mûşekî ya Spaha Pasdaran a Komara Îslamî ya Îranê bo ser Îsraîlê û deh roj man bo salroja cîbicîkirina sizayê birayê wî, Kiyûmers Mihemedî hatiye encamdan.
Pêka gotina çavkaniyeke agehdar a nêzî malbata Keywan Mihemedî, navbirî karê ajotvaniyê dike û li dema veguhastina barekî berhemên çandiniyê ji bajarê Kamêranê bo meydana Terebar a Sinê, li vî bajarî hate girtin.
Ev welatiyê Kurd piştî binçavkirinê tenê carekê di pêwendiyeke telefonî de ji malbata xwe re ragihandiye ku ew di girtîgehê de ye.
Kiyûmers Mihemedî, birayê Keywan Mihemedî, roja Yekşemî 18ê Şibata 2007an, digel pismamê xwe yê bi navê Nadir Mihemedî, ji aliyê hêzên Îtilaata Spaha Şehramfer a bajarê Sinê ve hatibûne girtin.
Roja Şemî 4ê Tebaxa 2007an, ev du tometbarên siyasî ji aliyê Taya Duyem a Dadgeha Şoreş a Sinê ve bi tohmeta “miharibe” ji rêya hewldan li dijî ewlehiya netewî û endametî li Partiya Demokrat û naskirin û terorkirina kesên wefadar bi Komara Îslamî ya Îranê bi îdamê hatibûne sizadan.
Ev sizaye piştî du rojan pesendkirin ji aliyê Dîwana Bilind a Komara Îslamî ya Îranê ve, di 10ê Cotmeha 2007an de, li girtîgeha navendî ya Sinê hatibû birêveçûn.