Raporek derheq cîbicîkirina sizayê darvekirina 7 girtiyan li girtîgehên parêzgeha Elborzê

31 October 2024 11:20

Hengaw; Pêncşemî 31ê Cotmeha 2024an

Di heyama du rojên borî de aliyê kêm sizayê darvekirina 7 girtiyan ji wan 2 girtiyên Kurd li girtîgeha navendî ya Kerecê û girtîgeha Qizilhesar a Kerecê hatiye birêveçûn, ku berî niha bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber û kuştina bi qest bi darvekirinê hatibûne sizadan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Çarşemî 30ê Cotmeha 2024an, 3 girtiyên bi navên Mihemed Celalî yê xelkê Kirmaşanê, Saman Enberî û Mistefa Xulamzade yên xelkê Yezdê li girtîgeha Qizilhesara Kerecê hatine darvekirin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, Mistefa Xulamzade bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber û dê girtiyên dinê jî ku ji benda taybet a girtiyên Recayî Şehrê hatine îdamkirin, berê bi tohmeta kuştina bi zanebûnê hatibûne girtin û bi darvekirinê hatibûne sizadan.

Ji aliyek dinê ve, sibêdeha roja Sêşemî 29ê Cotmeha 2024an, sizayê darvekirina herî kêm 4 girtiyên bi navê Mihemed Niday, Elî Ekber Exayêr û Ekber Xurem Tac li girtîgeha navendî ya Kerecê hate birêveçûn.

Mihemed Niday, Elî Ekber Exayêr û Ekber Xurem Tac, her sê 6 sal berî niha bi tometa pêwendîdar bi madên hişber hatibûne girtin û piştre bi darvekirinê hatibûne sizadan.

Hengawê berê nûçeya cîbicîkirina sizayê darvekirina girtiyekî bi navê Miruwetelî Keremî yê xelkê navçeya "Balawend" a Kirmaşanê li sibêdeha roja Sêşemî li girtîgeha navendî ya Kerecê belav kiribû.

Nûçeya darvekirina van girtiyan heta dema belavbûna vê nûçeyê, li medyayên hikûmetî û bi taybetî medyayên ser bi Dezgeha Dadwerî nehatiye belavkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin