Birêveçûna sizayê darvekirina girtiyekî Kurd li girtîgeha Nexedê
Hengaw; Pêncşemî 31ê Cotmeha 2024an
Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê Wahid Bênamî yê xelkê bajarê Pîranşarê ku berê bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber bi îdamê hatibû sizadan, li girtîgeha navendî ya Nexedê hate birêveçûn. Berpirsên girtîgehê demjimêr 2ê sibê malbata vî girtiyê Kurd şandine malê û ragihandine ku sizayê navbirî nehatiye cîbicîkirin, lê demjimêr 8ê sibê pêwendî bi wan re girtine û ragihandine ku werin termê kurê xwe bibin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Pêncşemî 31ê Cotmeha 2024an, girtiyekî Kurd ê bi navê Wahid Bênamî yê temen 49 salî û xelkê Pîranşarê li girtîgeha navendî ya Nexedê hate darvekirin.
Hengaw hatiye agehdarkirin ku, Wahid Bênamî 8 sal berî niha ji ber ku 260 girem madê hişber ji cura Şîşe pê re bûye hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Ddawerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.
Li gorî gotina xizmeke nêzî malbata Bênamî, berpirsên girtîgehê demjimêr 2ê sibêdeha îro bi malbata Bênamî re ku li hember girtîgehê amade bibûn ragihadibûn ku "darvekirina tirsê bûye û ji bo çêkirina tirsê û çaksaziyê birine bo darvekirinê û sizayê wî nehatiye cîbicîkirin" û daxwaz ji wan kirine ku vegerin bo mala xwe. Lê di dawiyê de demjimêr 8ê sibê pêwendî bi wan re girtine û daxwaz ji wan kirine ku ji bo wergirtina termê kurê xwe serdana girtîgehê bikin.
Nûçeya darvekirina vî girtiyê Kurd heta dema belavbûna vê nûçeyê, li medyayên hikûmetî û nemaze medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî nehatiye belavkirin.