Girtîgha Qizilhesarê; Nasnameya girtiyek din ji wan heft girtiyên hatinî darvekirin hate eşkerekirin

04 October 2024 13:01

Hengaw; Înê 4ê Cotmeha 2024an

Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê Mewlûd Xalidiyan ê xelkê Qurwê ku berê bi tohmeta "kuştina bi qest" bi darvekirinê hatibû sizadan, li girtîgeha Qizilhesar a Kerecê hate cîbicîkirin. Hevdem digel navbirî sizayê darvekirina 6 girtiyên dinê jî, li vê girtîgehê hatibû cîbicîkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 2ê Cotmeha 2024an, Mewlûd Xalidiyan ê xelkê Qurwê li girtîgeha Qizilhesarê hate darvekirin. Li gorî çavkaniyeke agehdar, Mewlûd Xalidiyan 4 sal berî niha bi tohmeta "kuştina bi zanebûnê" li Tehranê hatibû girtin û piştre ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê bi darvekirinê hatibû sizadan. Mewlûd Xalidiyan, xîzandar û bavê zarokekê û xelkê gundê "Qamlû" yê ser bi bajarê Qurwê li parêzgeha Sinê bû.

Hengaw beriya niha ragihandibû ku, roja Çarşemî aliyê kêm 7 girtî ku ji wan du kes xelkê Efxanistanê û jinek li girtîgeha Qizilhesar a Kerecê hatine darvekirin. Bi eşkerebûna nasnaneya vî girtiyê heta niha nasnameya çar kes ji wan ji bo Hengawê hatiye eşkerekirin. Nasnameya du kes ên xelkê Efxanistanê û jinek ku bi tohmeta kuştina bi qest a hevjînê xwe hatibû îdamkirin, ji aliyê Hengawê ve tê lêkolînkirin.

Nûçeya darvekirina pênc kes ji wan heft girtiyan di medyayên hikûmetî de hatiye belavkirin û nûçeya darvekirina 2 kesên ku bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber hatibûne îdamkirin nehatiye belavkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin